Dadgehê red kir

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:53

Roja 10’ê Tebaxê li Bexdayê bi amadebûna 9 endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê waliyê Kerkûkê û serokê encûmena parêzgehê hatibûn hilbijartin. Piştî vê yekê aliyê Tirkmen û beşek ji Ereban nerazîbûn nîşan dabûn. Ji bo hilweşandina encama civînê jî Serokê Eniya Tirkmen Hesen Toran û waliyê berê yê bi wekalet Rakan Ciburî, li Dadgeha Federal gilî kiribûn. Dadgeha Federal di derbarê giliyê Hesen Toran û Rakan Ciburî de daxuyaniyek da û ragihand, ji ber ti rewşek ku encamên civîna encûmena parêzgehê were hilweşandin nîne, ew giliyê hatî kirin red dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.