Dadgehê got dayreya dewletê neheq e

Nûçeyên Dîaspora

În 24 Hezîran 2022 - 22:24

  • Dadgeha neteweyî ya Fransayê ya îltîcayê (CNDA), biryara Dayreya Parastina Penaber û Bêdewletan (OFPRA) a betalkirina mafê rûniştinê ya Hasan Kilis betal kir û mafê mana li Fransayê dayê.

SELMA KAYA / PARÎS

Dadgeha neteweyî ya Fransayê ya îltîcayê (CNDA), biryara Dayreya Parastina Penaber û Bêdewletan (OFPRA) a betalkirina mafê rûniştinê ya Hasan Kilis betal kir û mafê mana li Fransayê dayê. Hasan Kilis got, "Fransa bi vê biryarê ji şaşiyekê vegeriya. Hêvîdar im ji bo mirovên di heman rewşê de bibe mînak."  

Hasan Kilis ev 20 sal in li Fransayê karker bû. ji ber cezayê hepsê yê 20 salan ê ku dewleta Tirk ji ber heqareta li Tayyip Erdogan lê birrî, mafê wî yê rûniştinê jî betal bû. Miracaeta wî ya li OFPRA’yê ya ji bo penaberiyê jî ji ber ku 20 sal in li Fransayê ye, hatibû redkirin. Li ser vê Hasan Kilis miracaetî dadgeha bilind CNDA’yê kiribû.

Rûniştina dozê li Parîsê 16’ê Hezîranê bû. Dadgehê xwest nûçeyên li ser mijarê yên di rojnameya me de hatine weşandin jî, bên wergerandin. 

23 Hezîranê biryara li ser dozê hat dayîn û mafê îqame û mana li Fransayê yê Hasan Kilis lê hat vegerandin. Hasan Kilis gotm pêncşemê bi e-mailê biryar ragihandina parêzerê wî. Fransa bi biryarê ji şaşiyekê vegeriya. Hêvîdar im ji bo kesên di heman rewşê de bibe mînak."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.