Dadgehê ceza da Veysî Altay û Dîcle Anter

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:44

Dadgehê cezayê hepsê ji ber nîşandana belgefilma “Nû Jîn” li derhêner Weysî Altay û lawê Mûsa Anter, Dîcle Anter birî. 
Derhêner Weysî Altay li Kobanê belgefilma ku jiyan û berxwedaniya endamên YPJ’ê vedibêje “Nû Jîn” çêkiribû. Belgefilm di sala 2015’an de li “Sînemaya Yilmaz Guney” a Şaredariya Êlihê hatibû nîşandan. Derhêner Altay û Midûrê Sînemaya Yilmaz Guney Dîcle Anter ku lawê Mûsa Anter e, ji ber nîşandana belgefilmê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” dihatin darizandin. Carek cezayê hepsê li Altay û Anter hatibû birîn û ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû xerakirin. Piştî xerakirina ceza, darizandinê ji nûve dest pê kiribû. 

Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat lidarxistin û Altay û Anter û parêzerê xwe Mehmet Bahatir di danişînê de amade bûn. 

Piştî tespîta nasnameyan parêzer Mehmet Bahatir axivî û destnîşan kir ku sûcdariya li ser miwekîlên wî bêbingeh e û xwest qedexeya derketina derve ya li ser miwekîlên wî tê sepandin were rakirin. 

Me rastiya heyî nîşan da 

Piştî Bahatir, derhêner Weysî Altay jî diyar kir ku afîşên belgefilmê nabe sûc û afîş wêneyek ji belgefilmê hatiye wergirtin pêk tê. Altay wiha got: “Wekî derhêner, me belgefİlmek li ser rastiya heyî çêkir. Me li wir çi qewimî kişand. Em dibêjin ku afîş nabe propaganda. Me ev belgefîim li gelek cihan da nîşandan wekî sûc nehat hesibandin. Lê li vir sûc tê hesibandin.

Polîsê ku roja ewil rapor girt jî diyar kir ku ew ti hêmana sûc nabîne, vê carê polîsek din hat şandin da ku hewl bide ku sûcek biafirîne û ev doz hate vekirin.” 

Belgefilmê îlegalîze dikin

Dîcle Anter jî anî ziman ku wekî xebatkarek şaredariyê di çarçoveya destûra hatiye dayîn de belgefilm hatiye nîşandan û got: “Ev belgefilm bi tu awayî nabe sûc. Lê bi talîmatê hewl tê dayîn ku ev belgefilma li gelek cihan hatiye nîşandan, bibe hêmana sûc. Li Êlihê hewl tê dayîn ku ev belgefilm were îlegalîzekirin.” 

Qedexeye derva hat rakirin 

Piştî parastina parêzer û miwekîlan, şandeya dadgehê biryara xwe da. Dadgehê 10 meh cezayê hepsê li Dîcle Anter birî û vî cezayî veguherand 6 hezar lîre pere. Dadgehê her wiha salek û 15 roj jî cezayê hefsê li Weysî Altay birî û ceza da taloqkirin. Dadgehê sepandina qedexeya derketina derveyî welat a li ser Altay û Anter ku berê hatibû dayîn jî rakir.  

ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.