Dadgeha Federal hilweşandina parlamenê red kir

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:45

  • Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, dosya hilweşandina Parlamena Iraqê red kir.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, dosya hilweşandina Parlamena Iraqê red kir.

Dadgehê got, ne ji wezîfeyên wê ye, parlamenê betal bike.

Dadgeha Federal bi daxuyaniyekê got, “Endamên Meclîsa Nûneran piştî hilbijartina xwe, ne nûnertiya xwe û ne jî ya aliyên xwe yên siyasî dikin, ew nûnertiya gel dikin. Aramiya pêvajoya siyasî li Iraqê pêwîst dike ku her kes rêzê li xalên destûrê bigire û destûrê binpê neke.

Destûra Komara Iraqê ya sala 2005´an, mekanîzmaya destûrî ji bo hilweşandina Meclîsa Nûneran li gorî bendên madeya (64/yek) a wê biryarê daniye.

Desthilatdariya Dadgeha Bilind a Federal li gorî madeya 93´yê ya destûrê û madeya 4´an a yasaya Dadgeha Bilind a Federal hatiye diyarkirin û hilweşandina parlamenê jî tê de nîne.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.