Dadgeha DAIŞ´ê li dijî HDP´ê
Sêşem 27 Nîsan 2021 - 01:01
- Rûniştina yekem a doza li dijî Berxwedana Kobanê dest pê kir. Dewleta Tirk pê hewl dide Kurdan û HDP´ê ji ber hevgirtina bi Rojava û dijberiya DAIŞ´ê dadgeh bike. Di dadgehê de cihê polêsan hemûyan hebû, lê cihê parêzeran nebû.
Di rûniştina destpêkê ya Doza Kobanê de, parêzeran nerazîbûn nîşan da ku destûr nehat dayin parêzer hemû bikevin hola dadgehê. Piştî minaqeşeya bi serokê heyeta dadgehê re, parêzeran weke helwêsta protestoyî, hol terikand.
Rûniştina Doza Kobanê de 28 jê girtî 108 siyasetvan tên dadgehkirin. Di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de nîqaş çêbû. Parêzeran xwest, hemû parêzerên li derve tên rawestandin bikevin hola dadgehê. Serokê heyeta dadgehê bi hinceta pandemiyê ev red kir. Ji ber vê parêzeran got, ew ê tevlî rûniştinê nebin.
Siyasetvanên girtî Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nezîr Çakan, Mesût Bagçik, Zekî Çelîk, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Pervîn Odûncû, Sîbel Akdenîz, Ayla Akat Ata ku navê wê hat xwendin, dengê xwe dernexistin. Li ser SEGBÎS’ê jî siyasetvanên girtî deng dernexistin û bersiv nedan serokê dadgehê.
Siyasetvanên girtî li ser SEGBÎS’ê bi çepikan çalakiyê şermezarkirinê li dar xistin. Parêzeran jî bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kir û li meseyan da.
Ji polêsan re cih hebû
Bakurê Kurdistan li hemberî êrişên dagirker ên DAIŞ’ê li dijî Kobanê 6 ta 8’ê Cotmehê rabû ser piyan. Di doza Kobanê de ev xwedîderketina li Kobanê û rabûna li ber dagirkeriya DAIŞ´ê tê dadgehkirin.
Bi hinceta ku cih nemaye 100 parêzer nekarîn bikevin hola dadgehê, parêzerên mayî ji ber vê dadgeh protesto kir. Lê ji polêsan têra xwe cih hebû.
Siyasetmedarên ji ber dozê hatine girtin ev in:
Hevserokê Giştî yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, parlementera berê ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Hevserokê Giştî ya berê ya DBP’ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Qersê yê ku li şûna wî qeyyûm hatibû wezîfedarkirin Ayhan Bîlgen, parlementerên berê Ayla Akat Ata, Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, berdevkê berê yê HDP’ê Gunay Kûbîlay, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP´ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, Endamê HDP’ê yê RTUK’ê Alî Urkut, jimêryarê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî Can Memîş, Cîhan Erdal, Îsmaîl Şengul, Mesût Bagcik, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, Berfîn Ozgu Kose, Ayşe Yagci, Zeynep Olbecî, Nezîr Çakan û Meryem Adibellî.
HDP wê dozê pûç bike
Beriya rûniştina pêşî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li pêşiya dadgehê daxuyanî da û got, “Em ê vê dozê pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geştir bikin.”
Polîsan ji bo astengkirina daxuyaniyê li ser hev anons kirin û destûr nehate dayîn ku çapemenî daxuyaniyê bişopîne.
Sancar li vê derê daxuyaniyeke kurt da û got, “Ev dozeke siyasî ye. Dixwazin lêgerîna aştiya li Tirkiyeyê, hesreta azadiyê û hêviya demokrasiyê ji holê rakin. Em ê ji bo azadî, demokrasî û heqîqetê li ber xwe bidin.
Di heman demê de ev doza tolhildaneke siyasî ye. Desthilatdariya ku têkçûna DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de qebûl nekiriye û ev doz encama hêrsa wê ye. Em ê bi hev re vê pûç bikin û têkoşîna demokrasiyê geş bikin.”
Xelk xwedî li berxwedanê derket
Rêxistinên HDP'ê yên gelek bajaran, 'Doza Kobanê' ya desthilatdariya AKP-MHP'ê şermezar kirin û banga piştevaniyê li raya giştî ya demokratîk kir. Çalakî li Amed, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Mûş, Riha, Izmîrê hebûn.
ENQERE