- Dadgeha Îdarî ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf ên polîsên Elman ên beriya xwepêşandana ji bo piştgiriya Rojava dabûn, li dijî qanûnê dîtin.
Dadgeha Îdarî ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf ên polîsên Elman ên beriya xwepêşandana ji bo piştgiriya Rojava dabûn, li dijî qanûnê dîtin.
Midûriyeta Polêsan a Kolnê, piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê yên 9'ê Cotmeha 2019'an, beriya xwepêşandana navendî ya li Kolnê, bi daxuyaniyên provokatîf hewl dabû ku piştgiriya ji bo berxwedana Rojava krîmînalîze bike. Berpirsyarên polêsan tevî ku delîleke şênber li ber destê wan nebû jî îdîa kirin ku Kurd wê di xwepêşandanê de karên şidetê bikin. Ev îdîa piştî du salan çû ber destê dadgeriyê.
Li ser giliyê saziyên Elman ên ku xwepêşandana sala 2019'an li dar xistin, dozê dest pê kir û Midûrê Polêsê Kolnê Uwe
Jacob hat dadgehkirin.
Dozê 28'ê Cotmeha 2021'ê li Dadgeha Îdarî ya Kolnê dest pê kir. Heyeta dadgehê diyar kir ku daxuyaniyên polêsan ên beriya xwepêşandanê li dijî qanûnan in. Dadgehê biryar da ku ti delîla şênber û têrker a polêsan nîne lê dîsa jî wan gotiye, di xwepêşandanê de 'bûyerên şidetê wê biqewimin'.
Heger Midûriyeta Polês li ber biryarê rabe, divê miracaetî Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munsterê bide û çavkaniya agahiya xwe ya beriya xwepêşandanê jî eşkere bike.
Ev biryara dadgehê ji bo xwepêşandanên ji niha û pê ve wê bibe mîna hişyariyeke girîng a li rayedarên polêsan ên ku dixwazin xwepêşandanan krîmînalîze bikin.
ANF/KOLN