Dadgeh: Kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye

Duşem 30 Hezîran 2025 - 03:10

Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana li ser mirina Rozerîn Çûkûr a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de bi çekê hat qetilkirin de biryar da ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin' û parêzeran serî li DMME’yê dan.

Pêvajoya dadgeriyê ya der barê Rozerîn Çûkûr a 17 salî ku di 8’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê de hatibû gulebarankirin û piştî bi mehan cenazeyê wê radestî malbata wê hatibû kirin, dewam dike. Di dosyaya lêpirsînê de hat îdîakirin ku Rozerîn Çûkûr "endama rêxistinê ye" û biryara "ji bo darizandinê ti hincet nîne" hat dayîn û îtirazên hatin kirin jî hatin redkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di 18’ê Mijdara 2020’î de bi hinceta 'binpêkirina mafê jiyanê' serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê bi îddîaya ku Rozerîn Çûkûr 'endama rêxistinê ye' bi israr got ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin.

Di dema ku tê îdîakirin Rozerîn Çûkûr di pevçûna bi polîsan re jiyana xwe ji dest daye, ti delîlên di derbarê pevçûnê de cih negirtin. Di biryarê de hat diyarkirin ku Rozerîn Çûkûr di xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de bi şertê parastina rewa hatiye kuştin.

Parêzerê dozê Abdullah Zeytûn têkildarî mijarê wiha axivî: "Dadgeha Destûra Bingehîn xwe dispêre îdiayên dewletê û tesîsa ewlekariyê. Li gorî texmîna ku Rozerîn endamê rêxistinê ye, dadgehê biryar da ku di bûyerê de bikaranîna hêzê 'ji bo bidestxistina armanceke meşrû' 'teqez pêwîst û rêjeyî ye'. Ez vê biryarê paralelî helwesta Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser qedexeyên derketina derve dibînim."

Parêzer û yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakûp Gûven diyar kir ku Rozerîn Çûkûr nikare weke 'endama rêxistinê' bê dîtin û eger hebe jî qanûnên ku polîs û leşker berpirs in hene. Yakûp Guven wiha axivî: "Eger bê îdîakirin ku sûcek hatiye kirin jî, binpêkirina mafê jiyanê rêbazeke ku divê serî lê bê dayîn nîne. Me got ku pêwîst e em diyar bikin ku polîs di dema ku zarok jiyana xwe ji dest dide de ji bo encameke çawa bi dest bixe û zarok wê demê çawa tehdîdeke çawa çêkiriye. Ti delîleke şênber a vê yekê nîne. Em daxuyaniyên saziyên hiqûqê rast nabînin.”

Rozerîn Guven anî ziman ku wan doz li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vekirine û wiha berdewam kir: "Polîtîkaya bêcezahiştinê bi salan e bûye wek bela serê vî gelî. Gazin bi tenê mezintir bûne. Em îlan dikin ku divê ev sîstem bê aşkerakirin û divê ti carî ji nû ve li dîrokê neyê dîtin. Em ê di vê rêyê de têkoşîna xwe bidomînin."

MA / AMED/ RÛKIYE PAYIZ ADIGUZEL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.