• Doh di rûniştina Doza Kobanê ya li dijî siyasetvanên Kurd û HDP´ê de siyasetvanên Kurd dozger û dadgerên dewleta Tirk kirin ber lêpirsînê. Wan bi pirsên xwe eşkere nîşan da ku heyeta dadgehê ne bêalî ye.

Di Doza Kobanê de berdevkê berê yê HDP'ê Gunay Kubîlay ku li dijî mutaleaya berdewama girtinê axivî, got, "Heke hûn Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME), Destûra Bingehîn nas nakin, tişta we girê dide çi ye?"

Rûniştina Koma 11’an a Doza Kobanê a ku tê de 108 siyasetvan tên dadgehkirin, doh di roja heştan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê de li Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ya 22´yan dewam kir. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserokên Giştî Tulay Hatimogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz, Omer Farûk Gergerlîoglû û rêveberên HDP'a Enqerê doz şopandin. 

Siyasetvanên li Girtîgeha Sîncanê ragirtî, li rûniştinê hatin amadekirin û siyasetvanên din jî bi SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûn. Hin siyasetvan jî hincet nîşan dan û tevlî rûniştinê nebûn. 

Di rûniştinê de destpêkê Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak û endamên berê yên MYK'a HDP'ê Mesût Bagcik û Îsmaîl Şengul axivîn. Kişanak da zanîn ku haya wan jê tunebûye ku wê li şahidan bê guhdarîkirin û biryara navberê bê dayîn. Bagcik jî daxwaz kir ku di vê pêvajoyê de dev ji guhdarîkirina gilîker û şahidan bê berdan. Şengul jî piştî ku parastina xwe kir daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Çima Nezîr Çakan di dosyayê de ye?  

Piştre Parêzer Kenan Maçoglû daxwaz kir ku daxwaznameya ku şahid Kerem Gokalp di 24'ê Kanûna 2019'an de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şandiye û biryara çavdêriya îdarî ya Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Enqerê ya Duyemîn daye li dosyayê bê zêdekirin. 

Serokê Dadgehê got, ew ê daxwaza parêzer Maçoglû binirxînin û derbarê biryara dewama girtina wan de ji siyasetvanên girtî xwest fikra xwe bibêjin. 

Li ser vê, Endamê Pena-Kurd Nezîr Çakan, derbarê lêkolînakirina girtina xwe de axivî û derbarê elaqeya xwe ya bi dozê re pirs kirin û xwest bizane ka çima û bi kîjan armancê li dosyayê ew jî hatiye zêdekirin. 
 
Çi we girê dide?

Piştre Berdevkê berê yê HDP'ê Gunay Kûbîlay derbarê gotinên şahidan de axivî û ji heyeta dadgehê re got, "Heke hûn Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û Destûra Bingehîn nas nakin, tişta we girê dide çi ye?"

Piştre siyasetvana girtî Zeynep Olbencî, Endama berê ya MYK'a HDP'ê Zeynep Karaman, Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag derbarê biryara dewama girtina xwe de axivîn. 

Di dema axaftinên Karaman, Kişanak û Yuksekdag de 3 caran ceyranaelektrîka hola rûniştinnê hat birrîn.

ENQERE