Dadgeh hefteya bê biryarê dide

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 30 Cotmeh 2021 - 03:28

Beriya bi du salan Polêsê Kolnê bi nûçeyên derew hewl da xwepêşandana Kurdan a 19´ê Cotmeha 2019´an a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê asteng bike. Organîzatorên xwepêşandanê, "Hevgirtina Kolnê li dijî rasgiriyê" û "Çepgiriya destwerdêr" doz li Polêsê Kolnê vekir û rûniştina dozê ya yekê pêr bi rê ve çû. Polêsê Kolnê ji ber helwêsta xwe ya neheq û li dijî mafên destûrî, li Dadgeha Îdarî ya Kolnê tê dadgehkirin.

Organîzator dibêjin, Midûriyeta Polêsan mafê civîn û xwepêşandanê binpê kiriye. Organîzator dixwazin, Dadgeha Îdarî ya Kolnê van binpêkirina tesbît bike da ku polêsê NRW’ê careke din bi vî rengî li dijî Kurdan û xwepêşanderên muxalif tevnegere. Wan rêveberê polêsê Kolnê Uwe Jacop yekser ji binpêkirina mafan berpirsiyar girt. 

Di dema rûniştina dozê ya pêr de dadgehê hîna biryarek neda. Ji bo dadgehê diyar e, ku wê diyarker be ka derewên polês xwe disipêrin kîjan çavkaniyê. Polês hingê îdîa kiribû ku bi hezaran ciwan wê bi kêran tevlî xwepêşandanê bibin.

Heyeta dadgehê pêncşemê nîşan da ku ji bo wan gelekî muhim e zanibin ka ev agahî ji ku hatiye. Heta, hinceta polêsan a parastina muxbiran jî wê têrê neke; ji bo dadgehê mafên destûrî û astengkirina wan li pêştir in. Dadgerê ku serokê heyetê bû, di rûniştina pêncşemê de got, "Tenê rabe û bibêje, rewş dikare bi tehlûke bibe, ev têrê nake, kîm dimîne." Lê di heman demê de jî wî hin sînyal dan ku ew ê ji bo helwêsta polês jî bêhnfereh be: "Ma polês ji bo çi tiştekî wiha bike?"

Çav li rê ye ku hefteya bê dadgeh biryara xwe eşkere bike. Ev biryar wê helwêsta polêsê NRW´ê yê ku ji deh salan û vir ve bi hincetên beredayî çalakiyên Kurdan qedexe dike yan jî wan asteng dike, yan biguherîne, yan jî bike ku mafên Kurdan ên destûrî bi destê polêsên NRW´ê hê jî bên binpêkirin.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.