Dadgeh di bin gefa partiyan de ye

În 12 Çile 2024 - 03:55

Parêzerên bajarê Hewlêrê fikarên xwe li ser serwernebûna dadgehên Herêma Kurdistanê anîn ziman û diyarkirin ku li Herêmê hegemonya hizbî û kesî li ser yasa û biryarên dadgehan serdest e û gotin: “Doz li dadgehan li gorî rêgezên yasayê nayên rêvebirin, lewma dadgeh dikevin ber gumanan.”

Di nava çend salên borî de bi sedan kesayetên siyasî, parêzer, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û beşên din ên civakê bê biryara dadgehê hatine girtin û revandin, yan jî di dadgehan bêyî hebûna belgeyan cezayên cuda li ser tên ferzkirin. Rewşa çalakvan û rojnamevanên Behdînanê jî yek ji mînakên vê yekê ye. Destwerdana di doz û biryarên dadgehan de ji aliyê partî, rayedar û kesên desthilatdar ve pirsgirêkeke din e ku nav û dengê dadgehên herêmê xirab kiriye.

Parêzer Goran Dîbegayî di derbarê mijarê de got:“Herêma Kurdistanê ji ber destwerdana partiyan di karê dadgeh û dadweran de serxwebûna xwe ji dest daye. Ji ber ku dadgeh ketine bin zextên hegemonya partiyan û ev yek jî nahêle doz li dadgehê rêyên xwe yên yasayî bigrin. Di doza dadgehkirina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê de, dadgehan serweriya xwe neparastin, ji ber serweriya hizbî û hegemonyaya kesayetî, li ser yasa û dadgehan tê dîtin.”

Parêzer Rêbîn Sebah jî nerazîbûnên xwe yên li ser rewşa dadgehên Herêma Kurdistanê anî ziman û got:“Ji ber destwerdanên partiyan û hegemonyaya kesayetî, dadgehên Herêma Kurdistanê serweriya xwe ne parastine. Li Herêma Kurdistanê hegemonî û biryarên partî û kesan di ser yasayan re tê dîtin, lewma dadwer û dadgeh xemsariyê di pêkanîna yasayan de dikin.” Parêzer Rêbîn Sebah herî dawî destnîşan kir ku divê dadwer û desthilatê dadgehan di ser hemû hêzan re be, da ku yasa bi awayekî wekhev û dadperwerane were birêvebirin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.