DÎLAN BABAT / JINNEWS / ANTAKYA
 
Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê re hindik ma û Partiya Çep a Kesk bê navber xebatên xwe dimeşîne. Ji 600 namzetên wê 264 jin in. Namzeta rêza duyemîn a Hatayê jî Şîrîn Nur Vural e. Şîrîn ji Antakyayê ye û erdhejzede ye. Şîrîn di 1982’an de li Serînyol a Hatayê hatiye dinê. Çar xwişk û bira bûn. Şîrînê diyar kir ku bavê wê li Erebistanê dixebitî û ji bavê xwe dûr mezin bûne û got, “Ez tenê keç bûm sê birayê min hebûn. Min serî neditewand. Ji zarokatiyê de li dijî pergala serdest ya mêr bûm. Min Dibistana Bilind a Mamostetiya Bedenê ya Kocaeliyê qezenc kir. Bavê min bi min bawer bû. Lê her tim di jiyanê de nakokî hebûn.”

Em nasnameyên cuda dihewînin

Şîrînê di dewamê de got, “2004’an de çûm zanîngehê. Min têkoşîna jinê jî nas kir. Ez mezûn bûm. Min û hevalan Piştevaniya Civakî ya Serînyolê ava kir. Min demekê serokatî kir. Di kolektîfa keda jinan de di kampên jinan de min cih girt. Min xwe li van şertan rehet hîs dikir. Ji ber vê jî min berê xwe da Partiya Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk Nasnameyên cuda dihewîne.”

Ji bo keda jinê ya nayê dîtin têdikoşim

Şîrînê got, ew ê projeyên li ser jinan bi Partiya Çep a Kesk pratîze bikin û wiha peyivî: “Ji bo Peymana Stenbolê pêk were, em ê têbikoşin. Weke dayika sê zarokan, ez ê ji bo keda jinan ya nayê dîtin, têbikoşim. Ji bo wekheviyê ji bo mûçeyê wekhev ji Partiya Çep a Kesk bûm namzet. Em ê ji bo jinan qadên bi ewle ava bikin.”

Şîrînê di dawiyê de got, “Em soz didin ku her kes wê li ser axa xwe li gorî xwe xaniyên xwe çêbike û windahiya aborî bi lez çareser bikin. Weke Partiya Çep a Kesk û Meclîsên Jinan, em ê  li cem gelê xwe bin.”