Çûyîn e jiyan...

Nûçeyên Forum

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 01:48

  • Heger di jiyana merivekî de çûyîn nebe, di navbera wî û darekê de ti cudahî namîne. Ji bo ku wisa nebe, ango ji bo ku mîna darekê tenê bi jiyaneke fîzîkî bi sînor nemînin, meriv bi hezaran sal in, bêyî biwestin û rawestin, li ser rûyê dinyayê ji cihekî bar dikin cihekî din...

CENGÎZ EKER

 

Emrê we çiqasî dirêj û asta jiyana we çiqasî bilind dibe bila bibe, hûn ê ti carî û bi ti awayî nikaribin ji xwe re bêjin, ez bi têr û tijî jiyam, heger we ew emrê xwe tev li cihekî borandibe. Belê, hûn ê nikaribin wisa bibêjin. Lewra jiyana di asta merivbûyinê de tenê ji bûyîn û mayînê pêk nayê. Ji bo jiyana em behsê dikin, bi qasî van her du diyardeyan çûyîn jî divê. Heta heke behsa çûyina ji jiyanê bibe, min qet guman jê nîne ku çûyîn wê girantir be ji mayînê. Heger di jiyana merivekî de çûyîn nebe, di navbera wî û darekê de ti cudahî namîne. Ji bo ku wisa nebe, ango ji bo ku mîna darekê tenê bi jiyaneke fîzîkî bi sînor nemînin, meriv bi hezaran sal in, bêyî biwestin û rawestin, li ser rûyê dinyayê ji cihekî bar dikin cihekî din...

Bêguman ji bo merivan çûyîn, tenê çûyîn nîne. Ew di heman demê de lêgerîn yan jî lixwegerînek e. Ji aliyê din ve, çûyînên merivan cur bi cur in. Her meriv bi çûyina xwe diçe û bi çûyina xwe çarenûsa xwe dinivîse... Ti kes ji bo çûyîna xwe li sedeman nagere ku pê here. Sedema her çûyînekê diguhere, jixwe her çûyîn bi sedem yan jî bê sedemên xwe heye. Lê sedema sereke jiyan bi xwe ye.

‘De haydê here...’

Carna jî meriv bê sedem diçin, yan jî tenê ji bo çûyînê diçin. Di rewşên wiha de çûyîn bi xwe di we rêwîtiyê de bi deste xwe sedemên xwe diafirîne, dide pêşiya merivan û bi dengê bilind dibêje, “De haydê here...” û meriv jî vê dikin. Meriv di berê û paşê de diçin û her diçin. Ji ber ku ew baş dizanin, heke tim û tenê li cihekî bimînin û nekevin ser riya çûyînê, wê ji gelek tiştan bêpar bimînin. Nexasim jî wan tiştên ku reng û maneyê didin jiyanê. Ew tiştên reng û maneyê didin jiyanê, carna daxwaza derbazkirina sînorên dûr û nêzîk in. Carna diyarbûna zilm û zordariyan in. Carna azweriya mirazkirina ya nebûyî ne. Carna hêviya dîtina cih û war û rû û rûçikên cur bi cur e. Carna hewasa rêwîtiyan, riyeke nepenî ye. Carna kelecana rû bi rû mayîna bi bûyer û serboriyên xeter û nepeniyan re ye. Carna serbilindiya qetandina qeyd û zincîrên adetî ye. Carna tenê reqsa li ber bayê, hestên raperiya ye. Carna tenê meraq e. Carna bihîstina dengekî ji dûr e... Ev û bi dehan tiştên mîna van tenê dikarin bibin para yên çûyî. Yên neçûyî, tenê dikarin di çîrokan de guhdariya van tiştan bikin. Jiyîn û guhdarîkirin du tiştên ji hev cuda ne, tenê yên çûyî dikarin ji vê cudahiyê fêhm bikin û pê bizanin. Ha ji ber vê ye, yên ku carekê bi serê riyan ketin û tehma çûyînê da devê wan, êdî nema lingên wan disekinin. Ê de bila ew herin. Em li mayinê vegerin ku me di destpêka nivîsê ve, riya xwe pêxistibû û gotibû hûnê nikaribin ji xwe re bêjin ez jiyam, heke we jiyana xwe hemû tenê li cihekî derbas kiribe.

Ne xwedî lê nobetdarê wan tiştan in

Bêguman, mîna çûyînê hincet û sedemên mayînê jî hene û yên alîgirê mayînê ne xwe dispêrin van hincet û sedeman û dibêjin, “Em ditirsin ku di dema wê de li cihê cih nebin û ji hin tiştan bimînin.” Belê, wisa dibêjin. Lê diyar e ku ew tiştekî ji bîra dikin. Ma gelo ji bo wan tiştekî hêjayî behskirinê ye, ev tiştên ku jê bimînin. Na, li gorî min tiştekî jêmanê tine ye. Lewra, ti tişt xwe li merivê li ber tenûrê nagire. Jixwe, yên ti carî ji pişt derî derneketine, ew ne mijara behsa me ne. Lewma, ti tişta ku ew jê bimînin tine ye. Ji şûna “jêmanê” heger bigotana, tiştên ku em bi der bidin hene, wê bêhtir li bejn û bala wan bihata. Lewra, ew xwe mîna xwediyê hin tiştan dibînin, loma nikarin dev ji wan berdin û herin. Lê, herçî ev mijar e, ew dîsa jî tiştekî ji bîr dikin, yan jî rewşa heyî şaş şirove dikin. Her çiqasî ew qebûl nekin jî ew tiştên ber destên wan yan jî ber derê wan yên ku ew mîna malên xwe dibînin ne yên wan in. Esas, ew yên wan tiştan in û ya ku ew dikin ne xwedîbûn e lê nobetdariya wan tiştan e.

Rastî ev e û ew jî axirî bi vê rastiyê dihesin. Lê, êdî ji bo wan pirr dereng e. Êdî nema dikarin bi cihekî de herin, ji xeynî goristana gund...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.