Cûreyekî nû yê dînozoran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 06:05

Zanyaran piştrast kir, ku wan cûreyekî nû yê dînozoran li Awustralyayê dîtiye. Û ev cûre jî yek ji yên herî mezin e. 

Ev cûre giyaxwur e û ji zauropodan e. Gava Awustralya û Antartîka bi hev ve bûn, beriya bi 92 ta 96 milyon salan, ev cûre hebûye. Bilindahiya vî cûreyî digihişt 5 ta 6.5 metroyan û dirêjiya wî jî digihişt 25 ta 30 metroyan. Yanî bi qasî meydaneke basketbolê dirêj û bi qasî xaniyekî du qatî jî bilind bûye. Bi vî awayî ew cûreyê li Awustralyayê hatî dîtin ê herî mezin e û di nava cûreyên dinyayê hemûyan de dikeve nav 5´ên herî mezin. 

Fosîlên hestiyên vî cureyî, li devera Eronmanga hatine dîtin û li Muzeya Dîroka Xwezayî ya Eromangayê tên mihafezekirin. Tîma vê muzeyê tevî xebatkarên Muzeya Queenslandê bi teknolojiya dîjîtal li ber fosîlê hestûyê vî cûreyî modelek derxist û ew bi awayê 3D çap kir da ku nîşan bide ka hestûyekî vî cûreyî çawa xuya dike.

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.