Çûn serdana gorên şehîdan
În 14 Gulan 2021 - 04:51
Li tevahiya Kurdistanê, doh kurdistanî piştî nimêja cejna Remezanê çûn ser qebran. Lê çûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ser qebran balkêş bû. Şênî çûn serdana goristanên şehîdan û baxên gulan danîn ser gorên şehîdan. Her wiha cejn li hev pîroz kirin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê serdana Goristana Şehîdên Berxwedana taxa Şêxmeqsûd a li taxa Seken Şebabî kir.
Li Goristanan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) şênî pêşwazî kirin.
Her wiha li goristanan endamên rêveber ên meclisên malbatên şehîdan, cejn li şêniyan pîroz kir û hêvî kirin ku ev cejn bibe destpêka bidestxistina serkeftinan û rizgarkirina herêmên dagirkirî.
Qisekeran soz dan ku wê têkoşîn û berxwendanê li ser şopa şehîdan bidomînin.
ANHA/QAMIŞLO