Çûn ser gorên komî

Duşem 3 Tebax 2020 - 15:44

  • Bi wesîleya salvegera şeşan a fermana li ser Êzidiyan, PADÊ, Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan welatiyan serdana gorên komî kirin û şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Bi wesîleya salvegera şeşan a fermana li ser Êzidiyan, PADÊ, Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan welatiyan serdana gorên komî kirin û şehîdên fermanê bi bîr anîn.
3ʼê Tebaxê, çeteyên DAIŞʼê li gel hevkarên xwe êrişî Şengalê kiribûn. Bi sedan Êzîdî hatin qetil kirin û hezaran jî hatin revandin. Li Şengalê şehîdên 3 Tebaxê hatin bîranîn. Bi vê wesîleyê pêr êvarî Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), endamên Saziya Malbatên şehîdan û bi dehan welatiyan, serdana gorên komî yên li gund û navçeyên Şengalê kirin. Endamên PADÊ bi gel re, li ser gorên şehîdan şem pêxistin.
Endamên PADÊ diyarkirin ku heya niha 73 ferman li Êzidiyan hatine rakirin, lewma divê bi tevahî hêza xwe xwe biparêzin. Bang li saziyên mafên mirovan jî hate kirin da ku bi awayek ciddî li ser vekirina gorên komî bisekinin.
Li bajarok, navçe û gundên Şengalê, ji bo bîranîna şehîdên 3ʼê Tebaxê şem hatin pêxistin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.