Nûnerên sendîkayên ku di warê navneteweyî de di bin navê "Kampanyaya Azadî ji Bo Ocalan" de xebatan dimeşînin, wê di 26 'ê Tîrmehê de li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Li gorî daxuyaniya rêveberên sendîkayan, Christine Blower û Simon Dubbins, komek nûnerên sendîkayan ji bo fikarên xwe yên li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan parve bikin, wê li Parlamena Ewrûpayê ya li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Di daxuyaniya Blower û Dubbins de hat gotin, “Birêz Ocalan ev 24 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ev 2 sal in destûr nayê dayîn parêzer û malbata wî hevdîtinê bi wî re pêk bînin û agahiyan derbarê rewşa wî de bigirin. Di rewşa heyî de nayê zanîn ka ew sax e û rewşa wî başe yan na. Niha fikarên pirr cidî li ser jiyan û başbûna wî hene."

 

Hevkarên Tecrîdê

Nûnerên sendîkayan diyar kir ku ji ber ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê  (CPT) agahiyeke têrker nedaye raya giştî, ev yek bûye sedema zêdebûna fikarên wan û got, "Em ê di civîna çapemeniyê de destnîşan bikin ku rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewrûpayê û hikûmeta Ewrûpayê ji ber bêdeng li hember vê rewşa binpêkirinê mane, bûne hevkarên vê binpêkirina mafên bingehîn ên mirovî.”

Sarah Gylnn wê civîna çapemeniyê bi rê ve bibe û ev kesên li jêr wê beşdar bibin:

Simon Dubbins, Unite the Union (UNITE) (Ingilîstan), Barones Christine Blower (Ingilîstan), Antonio Amoroso, Yekîtiya Gel a CUB (Îtalya), Michela Arricale, parêzer CRED (Ji bo Demokrasiyê Navenda Lêkolîn û Xebitînê - Îtalya) Amedeo-Ciactalya ûaredarê semta 8´an a Romayê, Saverio Nonno şaredarê Fossalto (Îtalya), Laura De Bonfils, ARCI (Îtalya), Luigi De Magistris şaredarê berê yê Napoliyê (Îtalya), Vicente Jose Rekondo Nûnerê LAB, Daniel Kopp endamê Sekreteriya PI’yê (Belçîka), Roza Salîh endama Meclîsa Glasgowê (Skoçya), Mike Arnott Serokê Kongreya Sendîkayên Skoçyayê (TUC).

NAVENDA NÛÇEYAN