CPT dikare raporê eşkere bike

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 16:15

MELEK AVCI / JINNEWS / ENQERE

Ji Rêber Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîdkirî, ji 25’ê Adara 2021’ê ve ti agahî nayê girtin. Parêzerên Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pê re hevdîtin kiribûn û ji bo hevdîtinan bikin hem ji qada navneteweyî hem jî ji Tirkiyeyê bi hezaran miracaet hatin kirin. Miracaet bê bersiv man û bi hinceta cezayên dsîplînê serdan û hevdîtin hatin astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewrûpayê (CPT) di îlona 2022’yan de diyar kiribû ku çûye serdana Îmraliyê lê tevî pirs û israran jî eşkere nekir ka bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye yan na.
 
Şerî bandor li mirovan kiriye

Parêzer Anya Lean di heyeta delegasyona tecrîdê de cih digire û di Sibatê de çûbû Tirkiyê. Ew der barê tecrîdê û polîtîka CPT´yê de peyivî. Anya Leanê da zanîn ku di serdanê de bi girtiyan û malbatên girtiyan re hatine gel hev û tecrîdê bandor li her kesî kiriye: “Em bi aktîvîst, parêzer, rojnameger û herî zêde jî mirovên pergala girtîgehê bandor li wan kirî re peyivîn. Şer li kê bandor kiribe, em pê re peyivîn.”
 
Li dijî gelê Kurd şerek heye

Anya Lean bal bire ser binpêkirinên mafan yên li hemberî girtiyan û anî ziman ku binpêkirina mafên girtiyên siyasî li dijî hiqûqê ye: “Tiştên diqewimin, bêguman dijqanûnî ne. Mafên mirovan tên binpêkirin. Li hember gelê Kurd şerek heye. Ji ber vê jî lîderê wan tê tecrîdkirin û hewl didin tevgera siyasî bi vê tecrîdê qels bikin.”
 
Tecrîd êdî li girtîgehan hemûyan e

Anya Lean di dewamê de bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got, “Tecrîdê ewilî bi Birêz Ocalan dest pê kir. Lê êdî tecrîd li girtîgehan hemûyan e. Rabûna li ber polîtîkaya tecrîdê jî zehmet e. Ji ber ku li derve jî ev tecrîd heye. Derfeta îtîrazkirinê tine.” 

CPT dikare raporê eşkere bike

Anya Leam derbarê helwêsta CPT´ê de jî got, “Xebatên CPT´ê ji bo pêşî girtina li êşkencê ne. Lê rapor hîna nehatiye weşandin. Sedema vê jî Tirkiye ye. Xebatên CPT´ê li dijî binpêkirinên nebaş û êşkencê ne. CPT li gorî peymanê serdanên plankirî yan jî plannekirî dike. Ji ber vê jî divê raporên CPT´ê ji aliyê welatên endam ve bên qebûlkirin. Rapor ji aliyê CPT ve hat nivîsin hat qebûlkirin û ehman rapor ragihandin hikûmeta Tirk. Welatê endam jî divê raporê parve bike. Lê hîna rapor nehatiye weşandin. CPT û saziyên navneteweyî divê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku raporê eşkere bike. Em dizanin ka CPT´ê çi pêşniyaz kir lê Tirkiyeyê bi cih neanî. Divê berjewendiyên dewletên endamên CPT’ê dernekevin pêş. CPT di van şertan de dikare raporê biweşîne.”

Anya di dawiyê de got, divê saziyên Tirk li gorî pêşniyazan tevbigerin û raporê bi awayekî herî lez eşkere bikin: “Divê saziyên Tirk bi lez bersivê bidin. Divê raporê bidin CTP'ê. Divê der barê rewşê de daxuyaniyekê bidin. Ev di warê qanûnî de dikare bê kirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.