Ji ber ku baran dereng hat, cotyarên Şengalê nû dest bi çandina genim kirin. Ji ber hişkesaliyê, li gorî salên bihurî rêjeya çandiniyê kêm bûye.
Tevî hemû zorî û zehmetiyan, xelkê Şengalê bi sazî û dezgehên xwe ve têkoşîna ji bo jiyaneke azad didomînin. Pirraniya xelkê Şengalê debara xwe bi çandina ce, genim û xwedîkirina sewalan dike. Di salên dawî de hişkesaliyê bandor li cotyarên Şengalê jî kir.
Îsal jî baran zû nehat, tevî ku baran dereng jî hat xelkê Şengalê dest bi çandiniyê kiriye. Malbat li gorî derfetên xwe zeviyên xwe cot dikin û çandiniyê dikin.
Yek ji cihê xelkê Şengalê dest bi çandiniyê kiriye, Serdeşt a çiyayê Şengalê ye, xelk li Serdeştê ji bo pêwîstiyên malê genim diçînin.
ROJNEWS/ŞENGAL