Çiyayên Kurdistanê şoreşa Kurdan e

Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:40

Jinên Derbendîxan diyar kirin ku di dema êrişa dagirkeran li ser netewa Kurd de, çiya hertim bûne piştevanê şoreşên Kurdan û gotin: “Niha erka gelê Kurd e ku çiya û xwezaya welatê xwe pir baş biparêzin û bedewiya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin.”

Çiyayên Kurdistanê ne tenê çavkaniyek girîng a jîngeh û jiyana xwezayî ya mirovan in, her demê bûne landika mirovahiyê. Her wiha gelek navçeyên jiyanê jî hene. Lê di encama parçekirin û dagirkirina Kurdistanê di navbera dewletên dagirker de, girîngiya sivîl û civakî ya çiyayan hatiye xirabkirin û ew bûne deverên qedexekirî, baregehên ewlehî û leşkeran. Bi salan e bi hezaran darên xwezayî yên Kurdistanê hatine birîn û talankirin.

Ji bo parastina jîngeh û xwezaya Kurdistanê 7 sal in li her çar parçeyên Kurdistanê pêngava Zagrosan ya ji bo çandina berûyan tê lidarxistin, heya niha bi hezaran kes tevlî pêngavê bûne.

Li Başûrê Kurdistanê jî du heftene li hemû herêman rojên Înê jîngehparêz û xelkê Kurdistanê kom dibin û di çarçoveya pêngavê de berûyan diçînin. Armanca pêngavê ew e ku hevsengiya avhewayê bi çandina daran carek din xwezayî bibe.

Têkildarî giringiya parastina xweza û jîngeha welat, jinên bajarokê Derbendîxan ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku bi xwe beşdarî pêngava çandina berûyan bûne axivîn.

Çalakvan Emîre Ezîz di destpêka axaftina xwe de qala giringiya çiyayên Kurdistanê kir û got: “Hebûna çiyayan ji bo xwezayê û mirovahiyê giring e. Çiyayên Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve tê talankirin. Lê cihê keyfxweşiyêye ku aliyên peywendîdar û çalakvanên sivîl ji bo parastina xwezayê bi dehan rê peyda kirine. Ji ber ku ew landika şoreşê bûn.”

Çiyager Dêrîn Ehmed li ser heman mijarê destnîşan kir ku çiyayên Kurdistanê hertim bûne piştevanê Kurdan û wiha axivî: “Çiyayên Kurdistanê di parastina ji rejîma berê ya Iraqê û dagirkeran de bûne piştevanê Kurd û pêşmergeyan. Niha erka gelê Kurd e ku çiya û xwezaya welatê xwe pir baş biparêzin û bedewiya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin.”

ROJNEWS/ PERÊZ REMEZAN-DERBENDÎXAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.