Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCŞ) û Yekîtiya Ciwanên Jin ên Êzidî (YCJŞ) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî pêk anîn û daxuyanî dan.
Meş ji ber Meclîsa Komalgeha Borik a girêdayî Şengalê destpê kir heta nava sûka komelgeyê dom kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmrali” hatin berzkirin.
Piştî meşê li navenda komalgehê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCŞ) û Yekîtiya Ciwanên Jin ên Êzidî (YCJŞ) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêber Apo hat şermezarkirin û berxedana gerîla hate silavkirin. Di dewama daxuyaniyê de ciwanan piştgiriya xwe ya ji bo banga KCK’ê anî ziman û dan zanîn ku heta azadiya Rêber Apo dê li ser piyan û di nav têkoşê de bin.
ŞENGAL