- Yekîtiya Ciwanên Êzidî(YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJÊ) bi meşekê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar kirin. Ciwanan diyar kirin ku li ber çavê pêşmergeyan Êzidî hatine qetilkirin, lê şagirtên Rêber Apo ew ji qirkirinê xilas kirine.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî(YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJÊ) bi meşekê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar kirin. Ciwanan diyar kirin ku li ber çavê pêşmergeyan Êzidî hatine qetilkirin, lê şagirtên Rêber Apo ew ji qirkirinê xilas kirine.
Meşê bi tevlîbûna gelek ciwanan li herêma Amûl a ser çiyayê Şengalê destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bimire xiyanet’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ hatin berzkirin. Meşê heta Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Serdeştê dewam kir. Li şehîdgehê ciwanan li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.
Piştre li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî (YJCÊ) daxuyaneke hate dayîn. Di daxuyanyê de gotina Rêber Apo ya dibêje, “Jibîrkirin xiyanet e.” hat destnîşankirin û hat gotin; “Divê em xiyaneta pêşmergeyan ji bîr nekin. Çiqas ferman bi serê me de were em ê dest ji çand û ola xwe bernedin.”
ROJNEWS/ŞENGAL