Ji teşwîqkirina ciwanan li ser nivîsandin û xwendinê û ji bo ku xwedî li kokên xwe yên şaxî derkevin, di demeke nêz de dê li Kobanê werşeyeke kar têkildarî cureyên wêje û kurteçîrokê li dar bikeve.
Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê dê li navenda yekitiyê ya li Kobanê werşeyeke kar têkildarî cureyên wêjeyê û kurteçîrokê li dar bixe.
Werşe 23`yê meha Îlonê dest pê dike wê heta hefteyekê dewam bike. Dê gelek nivîskar û Rewşenbîrên Kobanê tev lê bibin.
Li gorî yekitiyê, ew ji lidarxistina vê werşeyê armanc dikin ku ciwanan teşwîq bikin da ku xwedî li kokên xwe yên çandî derkevin, bixwînin û binivisînin.
Werşe, li ser asta herêmê ya yekemîn e.
ANHA/KOBANÊ