Ciwanan Nobeta Azadiyê dewir girt

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Adar 2023 - 09:10

Nobeta Azadiyê ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatiye destpêkirin, 560 hefte ne berdewam e.

Nobet, her hefte ji aliyê Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve bi dorê tê girtin. Vê hefteyê ciwanên ji bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hatin, bûn nobedar.

Sercan Kiliç, Serhat Çelîk, Yetîş Bîrîncî û Baran Demîr, wê vê hefteyê nobetê bigirin.

Li ser navê ciwanên nobetê digirin, Sercan Kiliç axivî û got: “Em, daxwaza azadiya Rêbertiya xwe dikin. Ji wê boneyê 11 sal in ku li vir nobetê digirin. Em ji Solothûrnê hatin. Ên ku Rêbertiyê azad bikin, ciwan in. Armanca me, azadkirina Rêbertî û gelê me ye ku zilm lê tê kirin. Heta Rêbertiya me azad bibe, em ê li girtina nobetê dewam bikin.“ 

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.