Ciwanan meydan dagirtin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 19 Kanûn 2022 - 00:30

  • Kurd û dostên xwe bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN´ê li gelek bajarên Ewrûpayê daketin qadan, dagirkerî û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê şermezar kirin.

Ji bo doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rûreşkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojava, ciwanan li gelek navendên Ewrûpayê çalakî kirin. Çalakî li ser bangên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi rê ve çûn. Di çalakiyan de peyama heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên me dewam bikin hat dayîn. 

 

DRESDEN: Kurd û dostên wan li Neustadt Bahnhof a li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê hatin ba hev û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê protesto kirin. Dema ku meş bi dawî bû, polîsan êrîşê hin aktîvîstan kir û nasname tespît kirin.

DUISBURG: Tecrîda li ser Rêber Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî herêmên gerîla, li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê bi meşeke girseyî û daxuyaniyê hat protestokirin. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut got, “Me agahî ji Rêbertiyê wernegirtiye, em bi hêrs in. Rêbertî bi tena serê xwe li ber xwe da û dek û dolabên hêzên navneteweyî pûç kirin. Heta ku Rêbertî azad nebe, wê şerên li Rojhilata Navîn bi dawî nebin.”

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, bi  dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo azadî” çalakî hat kirin. Çalakiyê bi sirûda Çerxa Şoreşê destpê kir û bi Elmanî daxuyaniya xwe dan. wan got, “Rêber Apo îrade û azadiya gelan e. Rêber Apo xeta me ya sor e û 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de, tê ragirtin. Ji bo şikandina vê tecrîdê, em ê her roj çalakiyan bikin. Ciwanên Kurdistanê divê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de, li her warî cihê xwe bigirin.” Tevî êrişa polês û faşîstan jî, ciwanan çalakiya xwe dewam kir. 

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê, bi organîzasyona FCDK-KAWA’yê li stasyona trenê ya navendî, xelk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat ba hev. Ji Saarbrucken, Frankfurt, Darmstadt, Offenbach, Giessen û Bensheimê bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Di dema meşê de belavok hatin xwendin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Çalakî li meydana herî navendî ya bajêr Luisenplatzê bi dawî bû.

LUBECK: Kurd û dostên wan ên Elman li bajarê Lubeckê yê Elmanyayê hatin ba hev û li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li Kurdistanê, daketin qadan. Xwepêşanderan bi bîr xist ku CPT’ê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye û wan got, divê tavilê tecrîd bi dawî bibe. Wan her wiha got, CPT erka xwe bi cih nayîne û dema mijar dibe Kurd, ji demokrasiyê dûr dikeve.

PARÎS: Bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê li paytexta Fransayê Parîsê jî ciwan, li Qada Republiquê hatin ba hev. Li vir li ser navê TCŞ û TêkoJIN’ê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Ciwanan got, ew ê tecrîdê qebûl nekin û li dijî tecrîdê têkoşîneke birêxistinkirî bidomînin.

MARSÎLYA: Li Meydana Canabier a Marsîlyayê, ciwanên TCŞ û TêkoJIN’ê bi heman armancê hatin ba hev û meşiyan. Li vir li ser navê TCŞ û TêkoJIN’ê daxuyaniya hevpar hat dayîn. Ciwanan got; “Divê em berpirsyariyên CPT û saziyên navneteweyî yên weke Konseya Ewrûpayê bi bîra wan bixin û xwedî derkevin li mîsyona ku dîrokê daye me. Lewma divê em li dijî tecrîdê bi ruhê seferberiyê li qadan bin.”

STRASBOURG: Li bajarê Fransayê, Strasbourgê jî xelk hat ba hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîtîng li dar xist. Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Xelkê bi pankartan bal bire ser tecrîdê.

BASEL: Li ser banga TCŞ û TêkoJIN’ê Kurdan li bajarê Baselê yê Swîsreyê çalakî li dar xist. Kurd û dostên wan li De-Wette Parkê hatin ba hev û ji bo giyanê şehîdên şoreşê rêz girtin. Qisekeran got; “Heta ku tecrîdkirina Rêbertiyê betal bibe û heta ku Rêber APO azad dibe, em ê li berxwe bidin.” Piştre ciwanan posterê mezin ê Rêber Abdullah Ocalan hildan û heta qada Keserneyê meşiyan.

VIYANA: Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê li paytexta Awusturyayê, Viyanayê, rabûn ser pêyan. Ciwanan got, heta ku agahî ji RêberAbdullah Ocalan bigirin, ew ê li qadan bin û wan bang li ciwanên Kurdistanê kir da ku dakevin meydanan.

London

LONDON: Li paytexta Ingilistanê, Londonê, bi pêşengiya TCŞ’ê ji Liverpool Street Stationê ku yek ji stasyonên herî qelebalix ên Londonê ye, heta qada Trafalgarê bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî” meş hat lidarxistin. Di çalakiyê belavokên bi sernavê “Who is Abdullah Ocalan?” (Abdullah Ocalan kî ye?) hatin belavkirin. Li ser navê TCŞ’ê Çekdar Amara, li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Turkan Bûdak axivîn û bang li gelê Kurd kirin da ku li ber tecrîdê rabin û dakevin qadan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.