- Ciwanên Kurd îna bihurî li ber avahiya rêxistina qedexekirina sîlehên kîmyewî OPCW’ê ya li bajarê Holandayê Den Haagê li dijî bêdengiya rêxistinê beramberî sûcên dewleta Tirk, çalakiyeke îtaetnekirina sivîl li dar xist.
Ciwanên Kurd îna bihurî li ber avahiya rêxistina qedexekirina sîlehên kîmyewî OPCW’ê ya li bajarê Holandayê Den Haagê li dijî bêdengiya rêxistinê beramberî sûcên dewleta Tirk, çalakiyeke îtaetnekirina sivîl li dar xist. Polêsên Holandî êrişî ciwanan kir û 55 ciwan kirin nezaretê. Çav li rê ye ku ciwan derkevin pêşberî dadgehê. Li seranserê Ewrûpayê ciwanên Kurd ji bo berdana ciwanan, rûreşkirina bêdengiya OPCW’ê beramberî Tirkiyeyê û ya Holandayê ji ber helwêsta wê za beramberî ciwanan çalakî kirin.
Ciwanan li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, bi ser Konsolxaneya Holanda de girt û xwestin 55 kesên li Den Haagê hatin binçavkirin, werin berdan.
Ciwanan bi çalakiya îtaetnekirina sivîl ji Holandayê xwest 55 hevalên wan ên li Den Haagê hatin girtin, bên serbest kirin.
Li Strasbourgê jî çalakiya îtaetnekirinê
Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li bajarê Fransayê Strasbourgê, êrişa îna bihurî li Den Hagê li dijî çalakgeran pêk hat, bi çalakiya îtaetnekirina sivîl, şermezar kir. Ciwan li ber stasyona trenê hatin cem hev, êrişa polêsên Holandî ya li dijî çalakiya li dijî çekên kîmyewî, şermezar kir.
Ciwanan di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya li dijî bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî da û got, bêdengî hevparê vî sûcî ye. Ciwanan xwest 55 hevalên wan bên berdan.
Li bajarê Elmanyayê Hannoverê bêdengiya YE’yê û OPCW’ê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker û êrişa polêsên Holandî li dijî ciwanên Kurd, şermezarkirin.
Di çalakiyê de girtina ciwanên ku ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li ber avahiya OPCW’ê kom bûbûn jî bi tundî hate şermezarkirin.
Xelkê xwest demildest OPCW xwedî li peywîra xwe derkeve û ji bo lêkolînê jî dest bi kar bike.
NAVENDA NÛÇEYAN