- Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, li paytexta Fransayê Parîsê û banliyoyên wê, li paytexta Belçîkayê Brukselê, tevgerên ciwanên Kurd êrişên dewkleta Tirk a dagirker şermezar kirin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, li paytexta Fransayê Parîsê û banliyoyên wê, li paytexta Belçîkayê Brukselê, tevgerên ciwanên Kurd êrişên dewkleta Tirk a dagirker şermezar kirin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Ciwanan li bajarê Swîsreyê Lozanê jî dezgeha agahdarkirinê danî.
Tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN'ê 8'ê Kanûnê li Stuttgartê, li meydana Stadtmitteyê meşek kir, êrişên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kimyewî li dijî gerîlayan protesto kir.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ciwan li bajarê Fransayê Marignaneyê civiyan û li meydana qelebalix a bajêr ala PKK'ê û wêneyên Abdullah Ocalan hilgirtin. Ciwanan bi daxuyaniyekê got, ev 8 meh in li dijî gerîla çekên kîmyewî têne bikaranîn, lê belê saziya OPCW´ê li dijî vê yekê gavek jî neavêtiye. Ciwanan xwest ciwanên di çalakiya şermezarkirina bêdengiya OPCW´ê de hatin girtin hê tavilê bêne berdan.
Ciwanan li banliyoya Parîsê, Villiers Le Bel jî ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina mutleq a Abdullah Ocalan li navenda banliyoyê û stasyona trenê belavok belav kirin.
Li bajarê Brukselê endamên TCŞŞê û Internasyonal Red Help (RHI) li ber avahiya konsolxaneya Holanda, ji bo berdana ciwanên Kurd ên li ber avahiya OPCW´ê ya li Den Haagê hatine girtin, çalakiyek kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo girtiyên siyasî azadî û bila bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê bi dawî bibe“ hatin hildan.
Xelkê agahdar dikin
Enamên TCŞ û TêkoJINê, her hefte li meydaneke Lozanê dezgehê datînin û xelkê agahdar dikin li rewşa Rêber Abdullah Ocalan. Di hefteya sisiyan a çalakiyê de endama TêkoJIN’ê Rojîn got, „Em rave dikin daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ka çima divê serbest were berdan. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastina Medyayê jî em teşhîr dikin."
NAVENDA NÛÇEYAN