Ciwan wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin

Şemî 24 Tebax 2024 - 02:35

Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalist xwe kar dikin ku dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bimeşin. Koordînasyona ciwanan bang kirin ku hemû ciwan tevlî meşê bibin û dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li ber xwe bidin.

Koordînasyona Swîsreyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û  Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan 31’ê Tebaxê wê dest bi meşê bike. 

Koordînasyona Swîsreyê ji bo meşa ku wê bi çarçoweya pêngava ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsa Kurd re çareseriya demokratîk’’ banga tevlêbûnê kir, ku meş wê li Lozanê ya Swîsreyê dest pê bike û li ber avahiya NY’yê ya Cenevreyê veguhere çalakiyê.

Koordînasyonê bi bîr xist ku ev 41 meh in ji Rêber Ocalan agahî nayê girtin û bang li ciwanan kir ku dijî tecrîda mitleq a li ser Rêber Ocalan li ber xwe bidin.

Koordînasyonê têkilî meşê got;’’Em  TCŞ û TekoJIN bang li hemû aliyên demokratîk dikin ku tevlî meşê bibin, ku wê di 31’ê Tebaxê de li bajarê Lozanê dest pê bike û li pêşiya bînaya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi dawî bibe. Werin em destpêkê tecrîda li ser Rêber Apo bidin zanîn û li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan bidin.’’

Wê dest bi meşa dirêj bikin

Her wiha ciwanên Kurd û enternasyonalist ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dest bi meşê dikin. Bi mebesta ku ji Rêber  Abdullah Ocalan re azadiyê bixwazin di navbeyna 15-20’ê Îlonê de ciwanên Kurd û enternasyanlîst wê dest bi Meşa Dirêj bikin, çalakiya meşê wê di navbeyna bajarên Bîelefeld û Duîsburgê de were lidarxistin.

Komîteya Amadekar li ser hesabên medyaya dijîtal banga ji bo tevlêbûna meşê kir û got,’’Em bang li ciwanên Kurd û enternasyonalist dikin ku li dor Rêber Apo bicivin.’’

Roja ewil a çalakiyê ku ji bajarê Bîelefeld heta Duîsburgê dewam bike wê bi konferansa li ser Ocalan destpê bike.

Komîteya Amadekar got: “Em ciwanên Kurd û eneternasyonalîst bibin yek; li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtîngeriiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê ji bo xeyala bi Rêber Apo re azadî pêk bînin têbikoşin.”

Rêgehên çalakiya Meşa Dirêj ku tê payîn bi sedan ciwan ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilîstan û seranserê Ewropayê tevlî bibin, hatin eşkerekirin.

Plansaziya çalakiya ku wê 6 roj bidome wiha ye:

“15.09.2024 – Kombûn– Bornstrasse 166, Dortmund 

 15.09.2024 – Roja 1. – Konferansa li ser Rêber Apo 

16.09.2024 – Roja 2. –Bîelefeld 

17.09.2024 – Roja 3.– Hamm 

18.09.2024 – Roja 4. – Dortmund 

19.09.2024 – Roja 5. – Essen 

 20.09.2024 – Roja 6. – Duîsburg.”

Agahiyên têkiliyê:

rewitiyazadiye2024@protonmail.me

 Instagram: @mesadireej2024

 Telegram: @mesadireej2024

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.