- Ji çalakiya li Strasbourgê ya hefteya dawî re ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN pêşengiyê dikin.
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi pêşengiya ciwanan didome. Çalakiyê 12'ê Cotmehê di hefteya pêşî de bi beşdariya nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn destpê kiribû, paşê rêxistinên jinan ji bo hefteyekê çalakî dewr girtibûn û ciwanan û enternasyonalîstan ji bo azadiya Rêber Apo di hefteya dawî de çalakî dewr girtine. Ji çalakiya hefteya dawî re ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN pêşengiyê dikin.
Di çarçoveya çalakiyê de nava rojê aktîvete pêk tên û ciwanan têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; bi hev re serhildan' panelek pêk anîn. Firat Dilsoz li panelê axivî û diyar kir ku kapîtalîzm jiyanê têk dibe û anî ziman ku felsefe û îdeolojiya Rêber Apo jiyaneke alternatîf destnîşan kiriye.
Firat Dilsoz got, êriş tenê bi rengekî rêxistinî pûç dibin û dişkên.
Di vê navberê de komên enternasyonalîst ên heta Çarşemê tevlî çalakiyê bibin ji Spanya, Swîsre, Elmanya û Fransayê beşdarî çalakiyê bûn.
Tê payîn 28'ê Cotmehê bi beşdariyeke girseyî çalakiyek pêk were. Roja Înê saet di 13:00 de wê meşeke girseyî ji qada Kleberê dest pê bike û li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê bi dawî bibe. Ciwanan bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
STRASBOURG