Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ciwanan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meşekê şermezar kir. 

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), yên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û yên Rise Up For Rojava, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li Viyanayê çalakiyek li dar xist.

Di dema çalakiyê de li ser navê Meclîsa Rêveber a TCŞ'ê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihand ku ew tevlî pêngava seferberiyê ya "Ji ciwanên mîna teyrê baz ber bi serketina li Zagrosan ve" dibin.

Piştî vê daxuyaniyê li nava bajarê Viyanayê meşek hate lidarxistin. Rêxistinên ciwanan êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kir û got, "Ciwanên Kurd û înternasyonalîstên li Viyanayê, wê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst mezintir bikin."

VIYANA