Ciwan pişta Şengalê ne

În 4 Mijdar 2022 - 00:26

Li dijî êrişên dawleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ciwan û jinên ciwan ên Şengalê meşiyan. Di meşê de bêdengiya hikûmeta Iraqê hate şermezarkirin û bang hat kirin ji bo yekîtiya civaka Êzîdî.

Ev 2 meh in bênavber balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê digerin. Tevî bangewaziya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî, Hikûmeta Iraqê heta niha ti gav neavêtiye. Di rojên dawî de 3 caran êriş bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk li dijî Şengalê pêk hatin. Herî dawî di 1’ê Mijdarê de li nêzî Qubeya Hesen Maman a navenda Şengalê, êriş hatibû kirin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ciwanên Şengalê bi hêrs pêr jî daketin meydanan û meş li dar xistin. Meşê li navenda Şengalê ji Çerxeriya Hisên dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Zerdeşt dewam kir.

Li Çerxeriya Şehîd Zerdeşt li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şengalê daxuyaniyekî hate dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin, û bang li hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin da ku bi erka xwe rabe.

Ciwanan got, “Em bang li hikûmeta nû ya Iraqê dikin da ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Doh cihê hêzên me yên YBŞ’ê hedef girtin. Ev ne êrişa yekemîn e, bi sedan caran êriş kirine û di wan êrişan de gelek ciwanên Êzîdxanê şehîd bûne. Cîhan jî dizane ku civaka me li hemberî 74 fermanan li ser vê axê li ber xwe daye, tevî hemû êrişan jî ev civak bi vê axê ve girêdayî ye.

Pêwîst e dewleta Tirk a dagiker ji serweriya Iraqê bi rêzdar be. Ji 2014’an ve 2 hikûmet hatine avakirin, lê yek ji wan jî li hemberî dagikeriya Tirk nebûye xwedî helwêst. Em bi hêvî ne û bang jî dikin da ku ev hikûmeta nû weke yên berê nebe û li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê xwedî helwêst be. Her kes dibêje, Şengal beşek ji Iraqê ye, heger wiha ye pêwîst e ev hikûmet mafê Şengalê jî biparêze.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.