Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 457'an de ye. Çalakgerên vê hefteyê komek ji ciwanan e.
'Nobeda Azadiyê' her hefteyê ji aliyê komeke cuda ji Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê tê meşandin. Vê hefteyê jî endamên Tevgera Jinên Azad û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê birêvebirin. Ciwanên Kurd Bêrîtan Dersim, Yûsûf Ûzûn û Memet Açet vê hefteyê nobedar in.
Bêrîtan Dersim bi navê koma ciwanan axivî û diyar kir ku di nava sala 2021'ê de cara sêyemîn e ku ciwan nobedê dewir digirin. Ji bo ciwanan nobeta ji bo azadiya Rêber Apo gelekî bi wate ye. Ciwanan bi xwedîderketina li çalakiyê nîşan dan ku li ser rêya Rêbertî wê têkoşîna xwe mezin bikin. Ev hefte di heman demê de Hefteya Lehengiyê ye. Hefteya Lehengiyê bi Newrozê re bûye yek û bi vî rengî mizgîniya vejînê daye me. Em her kesên ku li ser rêya azadiyê têdikoşin silav dikin."
STRASBOURG