Ciwanên Kurd û kurdistanî li Parîs û Marsîlyayê bi armanca pêşengiya pêngava “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dema dema azadiyê ye” çalakî kirin.
Li paytexta Franseyê Parîsê ciwanên aktivîst ên TCŞ û TEKO-JIN çalakî kirin. Ciwanan pankarta li ser nivîsandî “Em bi PKKê re ber bi serketinê bimeşin” hildan. Ciwanan di çalakiya xwe diyarkirin ku ew ê pêşengiya pêngavê bikin.
Ciwanan her weha da zanîn ku ew ê bê navber çalakiyan bikin.
Li Marsîlyayê jî ciwanan silav dan banga KCKê ya ji bo pêngavê.
Ciwan çalakiyên xwe di bin duruşmeya bi hev re serhildan de pêk tînin.

NAVENDA NÛÇEYAN