Ciwan dibin tevger li Şengalê

Çarşem 24 Tebax 2022 - 22:24

  • Li Şengalê amadekariyên dawî yên ji bo 3. Kongreya Ciwanên Êzîdî hatin kirin. Kongre îro bi rê ve diçe.

Li Şengalê amadekariyên dawî yên ji bo 3. Kongreya Ciwanên Êzîdî hatin kirin. Kongre îro bi rê ve diçe. Li bajarokê Xanesorê û gundê Borik endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî bi dawetkirina yekser û bi afîşan bang li ciwanan kir da ku tevlî kongeyê bibin.

Endamê Yekîtîya Ciwanên Êzîdî Hemo Şengalî jî bang li ciwanên Êzîdî, Ereb, Şîî û pêkhateyên din kir da ku îro tevlî kongreya wan bibin. Wî got, “Em ne tenê rêxistina ciwanên Êzîdî ne. Çi Êzîdî, çi Şîî, çi Ereb, em rêxistina ciwanên Şengalê hemûyan in û em dixwazin bibin yek.”

Kongreya yekê ya Yekîtîya Ciwanên Êzîdî 2017’an, ya diduyê jî 2019’an hatibû lidarxistin. Ciwanên Êzîdî yên ku xwe weke “yekîtî” bi rêxistin kirine, di kongreya îro de dixwazin rêxistina xwe veguherçînin tevgerê. 

Endamê Yekîtîya Ciwanên Êzîdî Hemo Şengalî li ser giringiya kongreyê got, “Ciwanên Êzîdî ji çanda xwe têne qutkirin, berê wan didin Ewrûpayê em dixwazin rê li ber van tiştan bigirin. Yên diçin dibêjin, em ji ber pirsgirêkên aboriyê diçin, em dixwazin projeyên aborî û ekolojîk jî bi pêş bixin. Her wiha di milê siyasî û parastinê de jî em dixwazin xwe birêxistin bikin.

Em terka cihê xwe nedin, em cihê xwe bi rê ve bibin. Ji ber fermanan, em ji heqîqeta xwe direvin.  Çi Êzîdî, çi Şîî. Her kî li Şengalê ye, cihê wan di vê rêxistinê de heye. Çi ciwanê Êzîdî, çi yê Ereb, em dixwazin bibin yek û rê li ber fermanan bigirin.”

Kongre îro li Sinûnê bi rê ve diçe.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.