• Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan ciwanên PYD`ê li herêma Firatê daketin meydanan.

Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan ciwanên PYD`ê li herêma Firatê daketin meydanan.

Beşdaran di xwepêşandana li Qada Jina Azad a Kobanê de, pankartên "Bijî berxwedana gerîla", "Na ji xiyaneta PDK`ê re" û "Di sala serketinê de werin cenga azadiyê" hilgirtin.

Li wir li ser navê Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nezhe Mihemed got, "Şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa xelasiya ji bindestî û zilmê ye."

Wê bang li tevahiya gelê herêmê kir da ku li hemberî siyaseta dewleta faşîst bê deng nemînin, ji ber ku vîna gelan ji her sîstem û rejîmê xurttir e.

Xwepêşandêr paşê ber bi kolanên bajarê Kobanê ve çûn û xwepêşandan li Meydana Şehîd Egîd a li Kobanê bi dawî bû.

ANHA/KOBANÊ