Hevserokatiya KCDK-E'yê têkildarî encamên civîna bilind a lîderên NATO'yê ya pêr li Brukselê, daxuyanî da û got, "Bi biryara li Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê, rê li ber Erdogan hatiye xweşkirin ku komkujiyên nû bike." Lê bevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hişyar Ozsoy got di civînê de meydana hereketê ya Erdogan hatiye teng kirin: “Erdogan êdî wek ku dixwaze nikare nakokiyan di navbera DYE-NATO-YE´yê de bi kar bîne.”
Hevserokatiya KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê got, "Encama Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê derket holê ku hem sûcên dîktator Erdogan û artêşa Tirk a qirker ên li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dinixumîne hem jî rê li ber komkujiyên nû xweş dike."
Hişyar Ozsoy got, "Biden, têkiliyên NATO û Ewrûpayê komî ser hev kirin û meydana hereketê ya Erdogan jî gelekî teng kir. A rast divê meriv wisa li bandora meselê ya mezin binêre. Yanî Erdogan êdî kengî bixwaze nikare têkiliyên bi nakokî yên di navbera Emerîka-NATO û Emerîka Û Yekîtiya Ewrûpayê de ji xwe re bi kar bîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN