Civîna Astanayê ma payîzê
Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 22:36
- Nûnerê Serokê Rûsyayê yê taybet ê Sûriyê, Alexander Lavrentiev ragihand ku dewra bê ya civînên Astanayê dê di payîzê de li dar bikeve.
Nûnerê Serokê Rûsyayê yê taybet ê Sûriyê, Alexander Lavrentiev ragihand ku dewra bê ya civînên Astanayê dê di payîzê de li dar bikeve. Wî her wiha destnîşan kir ku dewletên garantor têkildarî cihê nû yê lidarxistina civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê, nihêrînên cuda gotine.
Ajansa Interfax a Rûsyayê ragihand ku nûnerê Rûsyayê yê taybet ê Sûriyê, Alexander Lavrentiev da xuyakirin ku gera bê ya civînên Astanayê dê payîza îsal li dar bikeve. Lavrentiev got, amadekariyên dawî ji bo civîna Rûsya-Îran-Tirkiyê tên kirin. Hêjayî bibîrxistinê ku ev civîn ji ber pandemiya Koronayê berê hatibû taloqkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN