Civakê ronî dike

Nûçeyên Jin

Duşem 29 Gulan 2023 - 15:13

DELAL REMEZAN / NÛJÎNHA / HESEKÊ

Li kantona Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ya ser bi Rêveberiya Xweser a li Bakûr û Rojhilatê Suriye, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê sala 2019’an hatibû avakirin. Li vê navenda jineolojiyê, xebatên perwerdeya jineolojiyê dewam dikin. Derbarê xebatên li navendê de endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Hesekê, Aliya Osman hin nirxandin kirin. Aliya Osman da zanîn ku jineolojî li ser bingehê azadiyê jinan û demoqrasiyê ava bûye, bi rêya navendê, ew dikarin li civaka jinan û dîroka jinan bikolin.

Aliya Osman îşaret bi rastiya jinan û pêvajoya dîrokî kir û got, ew dikarin bikin ku bi rêya lêkolînê rastiya jinan di civakê de were zanîn. Wê li ser mijarê fikra xwe wiha anî ziman: “Ji bo em bigihin azadiyê, divê em rastiya jinan di civakê de lêbikolin. Ji ber ku azadiya civakê azadiya jinan e.

Li ser vî bingehî Navenda Lêkolîna Jineolojiyê ya Hesekê, di merheleya yekem de lêkolînan dike, di merheleya duyem de pêvajoya jinan ya dîrokî, zilma ku li jinan bûye, hewildana tinekirina çandê di şexsê jinan de û mijarên weke wê ji civakê re dibêje û rave dike. Rastiya jinan çiqasî tê lêkolan heger em fêm bikin, koka têkoşîna di nava civakê de jî wê ewqas bi hêz bibe.”
 

Rizgarbûna ji nakokiyan

Aliya Osman got, zanista Jineolojiyê ji bo zanîna civakê ya siberojê û peydakirina çareseriyan, dibe alîkar û wiha peyivî: “Di dersên li navenda jineolojiyê de zanyar bi hev re didin û distinîn û di nava civakê de ji bo perwerdeyê ev dibe alîkar.”

Aliya Osman da zanîn, ji dema ku Navenda Jineolojiyê hatiye avakirin û vir ve, destpêkê Şehîd Melda, gelek şehîdên wê çêbûne û li ser mijarê wiha axivî: “Yek ji van jî par Nagîhan Akarsel bû; ya ku di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin. Rejîma otorîter ku ji fikr û azadiya jinan ditirse, jinan dike hedefa êrişan.”

Aliya Osman bi bîr xist ku bi rizgarbûna ji nakokiyan, dikare wekheviya zayendî pêk bîne û civakeke azad ava bike.

 

Ji bo jiyaneke azad û demokratîk

Di dawiyê de Aliya Osman got, “Bi dewreyên perwerdeyê hedefa me ew e ku em hişmendiyê di nava civakê de ava bikin û em dixwazin xwe bigihînin hêjmareke zêde. Civînên ku li Hesekê tên kirin, encamên perwerde û lêkolînan, roportaj bi awayê gotaran tên parvekirin. Li her derê bajar etîk û estetîk tê nasandin, ji derveyî wê jî gelek xebatên atolyeyê jî tên li darxistin. Ji bo jiyaneke azad a demokratîk, divê jin hemû beşdarî perwerdeyê bibin û derbarê guherîna zêhnyeta civakê de xebatan bimeşînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.