Civakê hedef digrin

Şemî 11 Çile 2025 - 02:45

Di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Başûrê Kurdistanê rojnamegerên jin yên Kurd Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara hatin qetilkirin. Di 19’ê Kanûnê de jî li Rojava di encama êrişa SÎHA’yê ya Tirkiyeyê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jiyan axwe ji dest dan. Tevî Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) der barê qetilkirina Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara de, name ji NY’ê re şand jî xebatek bi bandor nehat kirin. Dîrektora CFWIJ’ê der barê mijarê de axivî û da zanîn ku divê NY ji bo parastina rojnamegeran hîn bêtir rola xwe aktîf bilîze.

Kîran Nazîsh da zanîn ku êrişa dawî ya li ser îstasyona Radyo û Televîzyon ya Rojava û qetilkirina nûçegîhanan darbeyek mezin li a azadiya çapemeniyê ye û got:“Bi vê dixwazin dengê Kurdan bibirin. Di alî CFWIJ û Azadiya Çapemeniya Jinê de ev bûyer, kontrola rejîmên zextxiwar nîşan dide. Mînak îmhakirina îstasyonê stratejiyek e. Êrîşkar dixwazin dengê muxalîfan biçewisînin.” Kîran Nazîsh  daxuyakirin ku êrişa li hember rojnamegerên kurd civak hedef girtiye û got:“Qetilkirina Cîhan û Nazim ne tenê hedef girtina şexs bû. Heman demê de ev êrişek li hember çapemeniya Kurd a kolektîfe. Di 31’ê Kanûnê de jî li Silêmaniyê RJAK a  ji Jin Tv re weşand dikir bi zexta Tirkiyeyê hat girtin. Ev êrişek li dijî jinan e. Girtina Jin Tv sînyala êrişa li hember hebûna jinan a di qada cemawerî de ye.”

Hevgirtina global divê 

Kîran Nazîsh anî ziman ku hewildanên wisa xetereyê ava dikin û bang kir ku ji bo parastina rojnamegerên jin divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê û got:“Civaka Navneteweyî divê ji bo parastina rojnamegerên jin hesab bipirsin. Qetilkirina Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara binpêkirina hiqûqa navneteweyî bû. Her du rojnameger wek endamên çapemeniyê hatibûn nasîn lê tevî vê hedef hatin girtin.”

Divê NY aktîf rola xwe bilîze 

Kîran Nazîsh daxuyakirin ku di vê çarçoveyê de name ji NY’ê re şandine û bendewariyên xwe wisa rêz kir: 

* Lêkolîna serbixwe û zelal: Divê Neteweyên Yekbûyî lêkolîneke serbixwe û zelal derbarê van bûyeran de bide destpêkirin û berpirsan eşkere bike. 

* Platforma Şermezarkirina Cîhanê: Divê Neteweyên Yekbûyî biryara Lijneya Giştî ya ku van cînayetan şermezar bike qebûl bike.  

* Pêkanîna biryara hejmar 2222: Pêkanîna biryara hejmar 2222 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku li ser parastina rojnamegeran girîngiyê dide, pêk bê.  

* Ev êriş parçeyek ji stratejiyeke berfireh a bêdengkirina dengên ku li dijî zilmê diaxivin in. Divê NY rûmeta mîrateya rojnamegeran bigire û bi biryarî azadiya çapemeniyê biparêze."

JINNEWS/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.