Berpirsê rêxistina YNK’ê li Şengalê Şêx Dawid Cindî sedemên fermana 2014’an, bandora fermanê ya li ser Şengalê û her wiha guherînên ku piştî fermanê çêbûne ji ANF’ê re nirxandin. 

Dawid Cindî destnîşan kir ku fermana 2014’an di dil, mêjî û hebûna civaka Êzîdî de rê li ber guherîneke mezin vekiriye û got;’’Di serê tu kesî de nediçû ku ev xiyaneta mezin bê kirin. Ev durûtî û neheqiyeke mezin bû ku li civaka Êzîdî hate kirin. Ji aliye mirovî ve jî karesateke mezin bû. Pêşiyên me her digotin, ‘Pişt û pala miletê Kurd çiya ne.’ Di fermanê de jî diyar bû ku ne ji Çiyayê Şengalê bûya wê qirkirina me hêsantir bûya.’’

Yekbûna civakî pêk hat

Dawid Cindî bi bîr xist ku dema fermanê civaka Êzîdî ji bo hebûna xwe biparêze sekneke xurt a civakî nişan da û ev mînak dan:’’Mirov pê bawer nedikir lê xort û keçên me dayik û bavên xwe bi pişta xwe dikirin û hildikişiyan Çiyayê Şengalê. Ev jî ji ber çand û exlaqa me ye. Ji aliyê şer û berxwedanê ve jî, yekbûneke civakî hebû. Bi hezaran keç û xortên me tevlî berxwedanê bûn.’’ 

Divê PDK li xwe mukir bê

Berpirsê rêxistina YNK’ê li Şengalê Dawid Cindî diyar kir ku li ser xiyaneta li Şengalê hatî kirin heya niha gelek nirxandin çêbûne, xiyanet bi her awayî diyar bûye û got;’’Pêwîste ew kesên ku nekarîn parastina gel û axê bikin, divê berpirsyariya vê tiştê rakin û rastiya vê bêjin. Pêwîste ji hemû cîhanê re bêjin ku em li Şengalê berpirs bûn, lê me ev civak xapandiye.’’ 

Beriya ku DAÎŞ were xortên Êzidî, êl û eşîr daxwaz ji berpirsên îdarî û leşkeri kirine ku amadekariyên parastinê bikin. Dema artêşa Iraqê ket, hemû çek ketin destê desthilatdarên herêmê yên PDK’ê. Gel ji pêşmerge û asayîşa PDK’ê daxwaz kirin ku hevkarî bikin, çekan li ser gel belav bikin. Lê wan ev tişt qebûl nekir. Wan qebûl nekir ku gel parastina xwe bike.’’ 

Gerîla moral da civakê

Dawid Cindî destnîşankir ku di dema fermanê de her çiqas çend dewletên cîhanê derman û hin pêdiviyên civakî gihandibin Şengalê jî hêz û piştgiriya herî mezin hatina gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG-YPJ’ê bûye û got;’’Hatina hevalên YPG’ê û gerîlayên PKK’ê piştgiriyeke pir mezin bû. Hevalên YPG’ê di roja fermanê de xwe gihandin Şengalê, min bi xwe dît heval hatin û hewl dan ku DAÎŞ’ê bisekinînin. Dîsa gerîlayên PKK’ê ji Qendîlê xwe gihandin Şengalê. Dema şervanên azadiyê gihîştin Şengalê, hevsengî hate guhertin. Ji aliye moral û manewîyatê ve hêzeke gelek mezin bû ji gel re. Dîsa hêzeke mezin da keç û xortên Êzidî ku ji bo parastinê çek rakiribûn. Dema gerîla xwe gîhand, moraleke mezin da wan.’’ 

Gel dît ku mêrxas hatine

Dawid Cindî bi bîr xist ku gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojavayê Kurdistanê li gel şer û berxwedanê her wiha hewl dane pêdiviyên civakî jî çareser bikin û got;’’Tiştê herî girîng ku divê em ronî bikin, dema ev heval hatin Şengalê ne tenê xebatên leşkerî meşandin. Rê vekirin ku xwarin bigihe gelê me. Gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG’ê xetek vekirin ku hemû pêwistiyên gel gihandin Çiyayê Şengalê. Ev mijarek gelek muhîm bû. Ji aliyê leşkeri ve jî gel dît ku mêrxas gihîştine vê derê û ev moraleke mezin da gel.’’

NAVENDA NÛÇEYAN