Cîran li Locarno ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Tîrmeh 2021 - 04:12

Filma derhênerê Kurd Mano Khalil (Mano Xelîl) “Cîran” ku dîmênên wê li Başûr û Rojava hatine girtin, behsa serdema rejîma Beesê dike, piştî “Festîvala Filman a Şanghay” ya Çînê niha jî li “Festîvala Filman a Locarno” ya li Başûrê Swîsreyê jî derdikeve pêşberî temaşevanan.

Mano Khalil di heman demê senaryoya filmê jî nivîsiye û filma “Cîran” bi alîkariya çend kanalên Ewrûpî yên weke “Arte” û “Srf” hatiye fînansekirin.

Filma “Cîran” çîroka zarokekî Kurd ê 6 salî ye ku li gundekî nêzî sînorê Tirkiye û Sûriyê dijî. Malbata wî di nav du welatan de hatiye parçekirin. Film bi du saetan behsa pêncî salên zordestî, şovenîzm û rêbazên nijadperestiyê yên rejîma Beesê ya faşîst dike. Film her wiha li ser gelek mijarên din jî disekine: Qedexekirna ziman û çanda Kurdî, pratîkên Muxaberatê (Îstîxbarata Beesa Sûrî) yên li dijî gelê Kurd, nijadperestiya rejîmê û daxwaza rejîma Beesê ya ji bo guherandina demografiya Kurdistanê. Film, her wiha leşkerên li ser sînor yên ku bi kuştina Kurdan kêfxweş dibin jî nîşan dide.

Filma “Cîran” di heman demê de behsa meseleya “Erebên Xemir” jî dike. Rejîma faşîst a Beesê di salên 1970’yî de bi pîlaneke şovenîst a bi navê “Kembera Erebî” ew li Rojava bi cih kiribûn. Bi vî awayî erdên Kurdan ji wan hatibûn stendin û li şûna wan Ereb hatibûn bicihkirin. Film ji aliyekî ve jî behsa Cihûyên Sûriyê dike ku neçar mabûn koçber bibin û mal û milkê xwe li pey xwe bihêlin.

Filma “Cîran” di 14’ê Cotmehê de wê li sînemayên Swîsreyê bê nîşandan û wê di dawiya salê de jî li sînemayên Emerîka, Kanada, Awustralya û Elmanyayê were nîşandan. Her wiha îhtimal e ku li sînemayên welatên Ereb jî ev film were nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.