• Li Amedê panela "Ziman û Jin" û "Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya Kurdî de cinsiyeta civakî" hat lidarxistin. 

Li Amedê panela "Ziman û Jin" û "Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya Kurdî de cinsiyeta civakî" hat lidarxistin. 

Komeleya Wêjakarên Kurd, li semta Ofîsê ya Yenîşehîra Amedê, li Payiz Pirtûkê panelek li dar xist. Panel bi moderatoriya Zozan Gulan û bi beşdarbûna nivîskar Xecê Şen û helbestvan Leyla Saraç hat lidarxistin. Şen, li ser "Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya kurdî de cinsiyeta civakî" û Saraç jî li ser "Jin û Ziman" axivî."

Destpêkê, helbestvan Leyla Saraç got, dema ziman diçe dîrok jî, çand jî û nasname jî diçe: “A ku ziman ava dike jî jin e. Ji ber ku ya ku zarokan mezin dike jin e, jin civakê ava dike. Civak jî, ziman jî girêdeyî jinê ne. Îro yên ku civakê û ziman bi pêş dixin jin bi xwe ne. Îro em nikarin ziman û dayikê ji hev du qut bikin.” 

Saraç, di dewamê de bal bire ser tepisandina jinê jî û got: "Piştî Neolotîkê jin bindest kirin. Xwestin dengê jinê qut bikin. Ji bo jin dengê xwe dernexîne, hişmendiya serdest bendetî ava kir.”
 
Mehrî-Mîtra

Piştî Leyla Saraç, nivîskar Xecê Şen axivî. Şen bal bire ser mijara ‘cinsiyet di hunerê de' û li ser polîtîkayên qirkirin û asîmilasyonê sekinî. Wê got. "Her çiqas ev polîtîka hebin jî, li hemberî vê yekê Kurdan bi her awayî li ber xwe daye.” 

Şen têkildarî pirtûka xwe ya bi navê "Hûmîtra"yê jî got, “Mehrî-Mîtra her çiqasî wek dînekî bê pênasekirin jî di bingehê xwe de felsefe ye, huner e. 15 perestgehên Mêhrî-Mîtrayê hene. Ez li van perestgehan geriyam. Lê hin ji wan hê jî li jinan qedexe ne. Ew qedexeya berê niha jî bi heman rengî didome." 

Şen got, esas, wêje û huner di civakê de çi bin, civak jî bi wî rengî ye.

Piştî pirs û bersivan, nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.

MA/AMED