Cinayetên dewleta Tirk asteng bikin

Sêşem 31 Gulan 2022 - 21:27

  • Panaberên siyasî di nava Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) de 3 saetan çalakiya rûniştinê kir û bêdengî û bêhelwestiya NY´ê ya li hemberî şehîdkirina Zekî Çelebî rexne kirin.

Penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê yên ku li bajarê Silêmaniyê dimînin, li dijî negirtina kujerên Mehmet Zekî Çelebî li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê çalakiyek kir û bersivnedayîna saziyê ya daxwazên wan ên rewa yên parastinê protesto kir.

Li Silêmaniyê hevjîna Mihemed Zekî Çelebî yê ku li Silêmaniyê bi destê MÎT´ê bi hevkariya hin beşên di nava PDK´ê hat şehîdkirin û hejmarek panaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê çûn Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) û li dijî negirtina kujerên şehîd Zekî Çelebî çalakî kir.

Panaberên siyasî di nava Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) de 3 saetan çalakiya rûniştinê kir û bêdengî û bêhelwestiya NY´ê ya li hemberî şehîdkirina Zekî Çelebî rexne kirin.

Hefteyek mohlet dan NY’ê

Penaberên siyasî diyar kirin ku bi dehan caran e ku paneberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê daxwazê ji NY´ê dikin da ku wan ji êrişên dewleta Tirk biparêze, lê NY’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk bêhelwest e û wan êrişan nabîne.

Piştî çalakiyê, panaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê li ber ofîsê daxuyanî da. Rêveberê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan daxuyanî da û got, “Daxwaza me hebû, me daxwaza xwe gihand wan. Me hefteyek dem da, heger daxwaza me pêk neyînin, em ê bi mal û zarokên xwe re di nava ofîsa Neteweyên Yekbûyî de rûnînin heta ku mafên me tên parastin. Daxwaza me, eşkerekirina kujerên Zekî Çelebî ye.

Qatil dewleta Tirk e. Sereqet gefê li me dike. Heta niha ti helwêsta Neteweyên Yekbûyî li hemberî Tirkiyeyê nîne. Ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta Iraqê ti helwêst nîşan nedaye. Em daxwazê dikin ku me biparêzin. Hevalê me Mehmet Zekî Çelebî şehîd kirin, heta niha ti kes li ser vê nehatiye binçavkirin.”

Muslîm Kaplan diyar kir ku wan berê ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) agahdarkiriye ku metirsî li ser jiyana wan heye, lê wan tiştek nekiriye û got, “Heta ku bersiva daxwazên me didin em ê nerazîbûnên xwe berdewawm bikin.”

17’ê Gulanê welatparêzê Kurd û panaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê, Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê bi êrişa çekdarî hate şehîdkirin û tê gotin 2 kujerên êriş kirine, revîne Hewlêrê. Li ser bûyerê heta niha ti kes nehatiye girtin.

ROJNEWS/SILÊMANΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.