Cinayeteke din li hepsê

În 21 Çile 2022 - 22:06

  • Dewleta Tirk hepsên xwe weke sêdaran li dijî girtiyên siyasî yên Kurd û dîlên şer bi kar tîne. Ramazan Turanê 70 salî li hepsa Wanê di hucreya yekkesî de ji ber ku dilê wî sekinî, canê xwe ji dest da. Ji bo rewşê xirabtir bike, dewleta Tirk li bajarên Kurdistanê hepsên nû jî çêdike.

Ramazan Tûran ê 70 salî, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ya dewleta Tirk a dagirker de di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din ÎHD´ê rapora xwe ya 3 mehên dawî li ser hepsên Anatoliya Navîn eşkere kir. Li hepsan 83 nexweşên rewşa wan giran heye.

Ramazan Tûran ê 70 salî li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Hat zanîn ku Ramazan Tûran ji ber ku dilê wî sekiniye, canê xwe ji dest daye. 

Hat zanîn ku beriya niha bi 20 rojan, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Ramazan Turan hatiye birrîn û pişt re jî hatiye girtin. 

Îdareya girtîgehê telefonî malbata Turan kiriye û jê re gotiye, Ramazan Turan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Turan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. 

83 nexweşên giran li 22 hepsan

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê eşkere kir ku li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn herî kêm 231 girtiyên nexweş hene û ji wan 83 girtî jî nexweşiya wan giran e. 

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li avahiya xwe ji bo “Rapora Binpêkirinên Mafan a Sê Mehan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” civîna çapemeniyê li dar xist û rapora xwe eşkere kir. 

Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor xwend û got, ev rapora mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûna 2021’an e û di van mehan de ji 22 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 148 miracaetên binpêkirinên mafan, wergirtine. 

Di 3 mehan de 7 girtî kuştin 

Nuray Çevîrmen da zanîn ku li gorî daneyên wan û lêkolînên komeleya wan, di 3 mehên dawî yên sala 2021´ê de li girtîgehên cuda yên Tirkiyê, 7 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Çevîrmen wekî din da zanîn ku bi qasî wan kariya tesbît bikin, li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn bi giştî 231 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyan yên 83´yan jî nexweşiyên wan giran in û rewşa siheta wan her diçe xirabtir dibe. Wekî din ji girtiyên nexweş 39 jî jin in. 

Ne miqate dibin ne berdidin

Nuray Çevîrmen got, li girtîgehên Anatoliya Navîn her cûre êşkence, muameleya xerab û neheqî li girtiyan tê kirin û mafê wan tên binpêkirin. Çevîrmen got, tevî ku girtiyên nexweş nikarin li xwe binêrin jî, nayên berdan û terkî mirinê hatine kirin. Her wiha Çevîrmen got, li girtiyan lêgerîna tazî û kelemçekirina ji pişt ve tê ferzkirin û ev neheqiya li hember girtiyan nabe ku bê qebûlkirin. 

WAN / ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.