Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) van rojên bihurî, peykerê mezin ê ku bi navê “Earth Monster” (Cinawirê Dinyayê) tê zanîn, teslîmî Meksîkayê kir. Peykerê bi navê “Cinawirê Dinyayê” bu qasî 2 metreyan bilind e.
Peyker sala 1960’î ji herêma antîk a Chalcatzingo ya Meksîkayê bi awayekî hate dizîn û paşê li DYE´yê derket holê. Înstîtûya Antropolojî û Dîrokê ya Meksîkayê (INAH) da zanîn ku wan dizanîbû peyker li DYE´yê ye û bi saya serê dozgerê Manhattanê wan peyker ji DYE´yê xilas kiriye û li welatê xwe vegerandiye.
Wezîrê karên derve yê Meksîkayê, Mecelo Ebrard li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha nivîsand: “Peykerê herî girîng ê ku Meksîka lê digeriya, hate dîtin û niha jî vedigere warê xwe.”
Wî da zanîn ku peyker niha li balyozxaneya Meksîka ya DYE´yê ye.
Mecelo Ebrard girîngiya peyker ji bo Meksîkayê bi van gotinan anî ziman: “Bêyî vî peykerî, halê Meksîkayê welê bû, weke ku Meksîka bi birîneke nekewiyayî bijî.”
Ev peyker nîşaneyeke çanda “Olmec” a Meksîkayî ye. Di peyker de devekî mezin ê vekirî heye. Motîfê ku li ser peyker hatine neqişandin jî çanda “Olmec” temsîl dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN