Çima tîma Kurdistanê ne di Fîfa de ye?
Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:21
- Tîma Kurdistanê, pêr di maçeke dostaniyê ya bi tîma Fasê re 3 gol avêtin tîma Fasê û 3-1 zora wê bir.
Tîma Kurdistanê, pêr di maçeke dostaniyê ya bi tîma Fasê re 3 gol avêtin tîma Fasê û 3-1 zora wê bir.
Li ser vê yekê, nivîskar û akademîsyenê Kurd Namo Abdulla li ser hesabê xwe yê medya dijîtal gazineke heq kir:
Ev yek weke neheqiyê ye, gava ku Skoçya, Welatê Galiyan û Puerto Rico ji bo Kupaya Cîhanê dikarin bikevin pêşbirkê, û Kurdistan nikare. Yek ji van herêman jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke dewlet nehatiye qebûlkirin. Lazim e #TwitterKurds kampanyayekê bidin destpêkirin ji bo qebûlkirina Kurdan a navneteweyî di warê sporê de û helbet di siyasetê de jî!"
Yanî ew bang dike ku bi kampanyayekê Kurd bikin ku tîma Kurdistanê jî bikeve musabeqeyên ji bo beşdarbûna Kupaya Cîhanê.
NAVENDA NÛÇEYAN