• 43 roj bûn PDKʼê nûnerên Rojava revandine. Aqûbeta wan nayê zanîn. Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûr Nûrşan Hisên da zanîn ku PDKʼê hê jî bersiveke erênî nedaye wan. Huqûqnasan jî rewş weke binpêkirina huqûqa navneteweyî binavkirin.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nûrşan Hisên diyar kir ku ji bo berdana endamên wan ên hatine revandin hîn PDK’ê bersivek erênî nedaye û got, nizanin ji ber çi endamên wan nayên berdan. Nurşan Hisên xwest li dijî siyaseta Tirkiyeyê û alîkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê helwesteke giştî were nîşandan.

Di 10’ê Hezîrana 2021’ê de Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin revandin.
Tevî ku di ser revandina wan re 43 roj derbas bûn jî, hîn nehatine berdan. 

Me serî li gelekan daye

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Herêma Kurdistanê Nûrşan Hisên têkildarî mijarê axivî û got: “Mixabin di demekê de ku em li Herêma Kurdistanê bîranîna salvegera şoreşa Rojava dikin, nûnerên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê girtî ne. Ev jî cihê şermezariyê ye. Bêyî dadgehkirinekê û bêyî ku sûcek wan hatibe diyarkirin heta niha nehatine berdan.”

Nûrşan Hisên diyar kir ku bang li PDK’ê dikin ku siyaseta xwe rast bike û endamên wan berde. Nûrşan Hisên daxwaz kir ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê û alîkariya PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê helwesteke giştî were nîşandan.

Nûrşan Hisên têkildarî hewldanên ji bo berdana hersê nûneran wiha axivî: “Me ji bo berdana endamên xwe serdana gelek aliyên peywendîdar kir. Lê heta niha bersivek erênî nedane daxwazên me. Diyar nîne wê kengê berdin û sedema girtinê çiye nediyare.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ