• Kevaleke li ser kîlê ya 5 hezar salî ya dema serdema Sumeran a li bajarê antîk ê Ûrûk ê Iraqê hat dîtin di mezata li Ingilistanê de bi 175 hezar sterlînî hat firotin.

Kevaleke li ser kîlê ya 5 hezar salî ya dema serdema Sumeran a li bajarê antîk ê Ûrûk ê Iraqê hat dîtin di mezata li Ingilistanê de bi 175 hezar sterlînî hat firotin. Ev keval weke mohra pêşî ya dîrokê tê naskirin. Li ser goşeya wê ya çepê du sembol hene û weke ‘KUʼ û ‘SIMʼ hatine wergerandin.
Li gorî pisporan li ser kevalê qala çêkirina avceha (bîra) li perestgeha Xwedawenda Mezopotamyayê Înannayê tê kirin.
Dîsa tê gotin, li ser kevalê qala dema debrê ya garis û genim tê kirin û dibêje ka çawa dixin kûzikan û belav dikin.
Li ser kevalê “Kushim” dinivîse û tê texmînkirin ku ev kes nivîskarekî navdar ê Sumeran an jî rêveberekî wan e.
Jixwe kesî fêhm nekir û nehat ravekirin, ka asareke divê li muzeyê bûya, çima hatiye firotin.

LONDON