Wezîrê Darayî û Aboriyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê li Iraqê, mûçeyê zêdetirî deh hezar mûçexwarên din dibirre. Hikûmeta ku îdîa dike çaksaziyê dike, dibêje, ev mûçe neqanûnî hatine dayîn.
Wezareta Darayî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku li gorî qanûna çaksaziyê û cibicîkirina qanûna çaksaziyê derbarê mûçe, dermale, îmtiyaz û xanenişînê de li Herêma Kurdistanê, biryara rawestandina mûçe û mûçeyê xanenişîniyê yê 10 hezar û 609 kesan daye. Li gorî wezaretê navên wan du caran hatiye qeydkirin û neqanûnî ew kes mûçe werdigirin.
Par jî hikûmetê biryar dabû ku 16 hezar û 505 mûçeyên neqanûnî rawestîne. Mirov bivê nevê dipirse; çima evqas mûçeyên neqanûnî hebûn?
HEWLÊR