Çima demografiyayê diguherin? 

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:17

ZEYNEB ŞÊXO / ANHA / ŞEHBA

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo derbarê avahiyên mêtingeriyê ku Hevya Sor a Qeterê li Efrîn û Bakûrê Suriyeyê ava kirine axivî. Îbrahîm Şêxo diyar kir dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên Qeterî û yên Îxwanî demografiyaya herêmên dagirkirî diguherîne.

Şêxo da zanîn Heyva Sor a Qeterê li bakûrê Suriyeyê 13 mêtingehên dikarin 7 hezar kesan bihewînin ava kirine; Li Efrînê jî  zêdetirî 40 mêtingeh ava kirine. Şêxo anî ziman ku dewlet Tirk a dagirker li gundekî Kurdan ê li Babê jî mêtingeheke ji 143 beşan pêk tê ava kiriye. Şêxo got ku li van mêtingehan malbatên ji herêmên Xûta, Dera, Idlibê, Ezaz û Bab ên Suriyeyê û malbatên filistînî hatine bicîhkirin.

Îbrahim Şêxo bibîr xist li Efrînê zêdetirî 7 hezar mal û 10 hezar dikanên xelkê ji hêla malbatên çeteyan ve hatine desteserkirin.

Şêxo da zanîn ku armanca van rêxistinan alîkariya gelê herêmê nîne û ev pirs kir:“Gelê Sûriyeyê ji xaka xwe hatiye koçberkirin û welatê  wan hatiye dagirkirin. Eger armanca rêxistinên Kuweytî û Qeterî alîkarî dayîn be, çima demografiyaya wan herêman diguherînin?” Şêxo bang li Heyva Sor a Qeterê û tevahî rêxistinên ku hevkariya dewleta Tirk dike kir û got:“Di di avakirina mêtingehan de nebin alîkar û sûcên der exlaqî û derqanûnî nekin. Ji ber ku bi avakirina van mêtingehan hûn nasnameya Sûriye û Efrînê didin guhertin, ev yek jî sûc e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.