Cilûberg nasnameyê çêdikin 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Adar 2023 - 18:41

  • Victoria-Idongesit Udondian bi hunerê xwe bi meseleyên kolonyalîzm û globalîzmê dadikeve. Gava vê dike jî ji xisleta cilûbergan a çêkirina nasnameyê sûdê werdigire. 

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

 

Victoria-Idongesit Udondian jineke hunermend a ji Nîjeryayê, bi hunerê xwe bi kolonyalîzmê, globalîzmê û elaqeya tekstîlê bi nasnameyê re dadikeve. Ew van hemûyan jî di peywendeke dîrokî dike. Ji ber wê wêneyên ew digire û înstalasyonên wê hişk li nava dev û rûyê mirov nakevin. Ew mijarên cidî, bi awayekî jidil û terzeke ku bi nermî bi serê mirovan bixe, vedibêje. Ji ber wê, nexasim jî caw û qumaşên reng û materyalên cuda di berhemên wê de peyamê weke xwe nerm dikin.

Victoria-Idongesit Udondian li Lagos a Nîjeryayê hatibe dinê jî, ew îro roj hunermendeke li New Yorkê bicihbûyî ye. Berhemên wê serê xwe diêşînin bi fikra nasnameya çandî û vê jî di çarçoveya tecrûbeya wê ya mezinbûna li Nîjeryayê û koçberbûna ber bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de dike. 

Ew esas xwendina xwe pêşî li ser dîzaynkirina modeyê dike. Belkî jî ji ber vê yekê ew nexasim bi tesîra cilûbergan a li ser nasnameyê û taqeta wan a çêkirina nasnameyê dadikeve. 

Helbet, Victoria-Idongesit Udondian hay ji rabihuriyê heye û pê re jî şareza ye li ser maneya di materyalên jiyana rojane de hewandî. Bi vê hayjêhebûnê ew ji caw û qumaşan, ji ta û benan re meydanên nû yên bikaranînê vedike. Bi vê jî esas ew bi destê xwe li wan sînorên çandî dipelîne.

Mekan û materyalan dixe zik hev

Gava mirov berê xwe dide berhemên Victoria-Idongesit Udondian, mirov eşkere hewla wê ya avakirina kontrastên hunerî û kontrastên maneyên cihê dibîne. Em di nava cilûbergên civakên Efrîkî bi bîra me dixin ên jinan, de jineke spî boz û mêrekî spî bela sedem nabînin. Ew ji bo vê studyoyeke wênegiriyê, mekanekî di hundir de bi kar tîne. Yan jî jineke ku cilûbergên kitanî lê, li muzexaneyekê rûniştiye. Ew yekser koleyên reşik ên ji Efrîkayê di plantajên pembû de hatine xebitandin tîne bîra me: Cil û ber nasnameyê çêdikin. Di heman wêneyê de em zilamekî spî dibînin ku li muzexaneyê li resmên malmezin û arîstokratên spî bi baldarî dinihêre. Ew bi van kontrastan hem hunerê xwe ava dike, hem jî peyamên xwe ava dike. 

 

Bi berhemên xwe serketî ye 

Victoria-Idongesit Udondian di vê karê xwe de serketî ye. Jixwe bi wê, sala 202´an wê bursa Guggenheim wergirt. Bi heman rengî li seranserê dinyayê pêşangehên wê hatin vekirin û ew bi projeylên xwe tevlî gelek pêşangeh û festîvalan bû. Ji Lagosê, heta bi Venedîk û New Yorkê, ew êdî tê nasîn. Li South London Gallery a li Londonê, Pavoyona Nîjeryayê ya Destpêkê ya li Bienaleya Venedîkê ya 56´an, pêşangeha li Fisher Landau Centre ya ji bo huner a li New Yorkê hinek ji van in. 

Li welatê xwe jî tê nasîn

Ji bilî bursa Guggenheimê, wê li New Yorkê bursa Pollock Krasner jî wergirtiye. Lê xelata ku ew pê şa ye, ji welatê xwe Nîjeryayê girtiye: Xelata hilberîna herî serketî di Pêşbirka Huner a Neteweyî de. Wê ev xelata xwe li paytexta Nîjeryayê Lagosê wergirt. 

Li welatê xwe wê her wiha “Xelata ji bo Pêşangehê” ya Galeriya Neteweyî ya Huner jî wergirtiye.

Wê piştî xwendina modeyê, Zanîgeha Uyo ya li Nîjeryayê wê mastera xwe di beşê wênesaziyê de çêkiriye. Li Zanîngeha Colombiyayê li ser hunerê peykersaziyê xwendiye. li New Yorkê jî çûye Dibistana Skowhegan a ji bo Wênesazî û Peykersaziyê.  Ev jî esas nîşan dide ka çawa ew tkstîl û nasnameyê bi awayên hunerî çawa xweşik bi kar tîne.

Ew niha li Zanîngeha Buffalo ya li Emerîkayê, di Beşê Huner de dersdara mêvan e. 

Pêşangeha wê ya herî dawî ya solo li Îlona par heya Kanûna par dewam kiribû û li Muzeya Tekstîlê ya Oaxaca ya li Meksîkayê bi rê ve çûbû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.